Li navçeya Xelfetî ya Rihayê berxwedana li pêşiya şaredariya hatî dagirkirin dewam dike. Gel tevahiya rojê li pêşiya şaredariya dorpêçkirî bi stranên şoreşgerî û dirûşmeyan li ber xwe da. Piştre daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan, Zulkuf Uçar, Dîlan Kunt Ayan, Mîthat Sancar, Ferît Şenyaşar, Ayten Kordû û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hate vekirin.
Ewil Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar axivî û got: “Ez we li ser navê gelê Wanê ku dilê berxwedanê ye silav dikim. Piştî 31’ê Adarê xwestin îradeya gelê Wanê desteser bikin. Gelê Wanê bi gelê Kurdistanê re li ber xwe da. Di encama berxwedanê de bi ser ketin. Tişta ku li Wanê bi ser neketin li Esenyûrtê domandin. Bi awayekî bêhiqûq qeyûm tayîn kirin. Darbe duh li Xelfetî, Êlih û Mêrdînê dewam kir. Em ê li hemberî vê darbeyê li ber xwe bidin.”
Ûçar destnîşan kir ku bi qeyûmê re mafê hilbijartin û hilbijirînê ji holê hatiye rakirin û got: “Bi vê darbeyê re mafê hilbijartin û hilbijirînê ji holê rabû. Hin hevalên me dema li dijî vê mafên xwe yên demokratîk bikar anîn, hatin binçavkirin. Hevalên me yên hatin binçavkirin rûbirûyê êşkenceyê mane. Ev darbe helbet wê bi dawî bibe. Wê demokrasî were vî welatî. Lê yên êşkenceyê dikin bila baş bizanibin ku helbet di warê hiqûqê de wê hesab bê pirsîn.”
Ûçar anî ziman ku 8 hevalên wan ên ku hatin binçavkirin divê demildest bên berdan û peyama berxwedanê da.
Girse pişî daxuyaniyê heta pêşiya avahiya şaredariyê heta avahiya DEM Partî ya navçeyê meşiyan. Bi hezaran kesên ku tevlî meşê bûn dirûşmeyên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin. Meş li pêşiya avahiya navçeyê bi dawî bû.