Hêzên gerîla li Heftanînê ji 2 baskan ve li dagirkeran dan

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Heftanînê ji 2 baskan ve li artêşa Tirk a dagirker dan. Di vê çalakiyê de çeperek û kamelyayeke dagirkeran hatin îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

23'ê Tebaxê saet di 18:00 de li qada Pîrbilayê, hêzên me bi çekên giran ji 2 baskan ve li dagirkerên li ser Girê Şehîd Silav dan. Baskê destpêkê yê çalakiya gerîla ya koordîneyî li kamelya û çepereke dagirkeran da. Di encamê de kamelya û çeper hatin îmhakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li yekîneyeke dagirkeran da ku li ber rê bûn. Hejmara dagirkerên ku di çalakiyê de hatin cezakirin nehate zelalkirin.

Li herêma Avaşînê li qadên berxwedanê yên Girê Sor û Werxelê;

25'ê Tebaxê saet di navbera 10:00-11:00 de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li qada Girê Sor barand.

25'ê Tebaxê saet di navbera 18:00-22:45'an de piştî ku qada berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan û gazên bi jehr hate bombekirin, dagirkeran xwestin bi pêş ve biçin, lê belê bi destwerdana berxwedêrên Werxelê xwe vekişandin.

26'ê Tebaxê saet di navbera 07:50-08:15'an de li ser qada berxwedanê ya Werxelê gelekî drone geriyan. Di encama destwerdana berxwedêran de drone neçar man ji qadê biçin. Heman rojê ji saet 08:30'î û pê ve qada berxwedanê bi gazên bi jehr hate bombekirin.

25'ê Tebaxê saet di navbera 14:30-15:00 de qada Kûnîşka ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.

25'ê Tebaxê saet di navbera 23:50-00:40'î de li herêma Xinêrê derdora Şehîdgeha Şehîd Şerîf a li qada Kendekolê bi balafirên şer hate bombekirin."