HDP'yiyan qirkirina darên Çelênimêja şermezar kirin

HDP'yiyan bi destê dewleta Tirk û cerdevanan qirkirina daran ên li Şirnexê şermezar kirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, têkildarî qirkirina xweristê çû cihê ku dar lê tên birîn quntarên Çiyayê Çelênimêja yê Kenîsarke bi ser Şirnexê ve daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, endam û rêvebirên HDP'ê, aktîvîstên TJA'yê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji qetilkirina daristanên Besta û Cûdî re bêdeng ne-mîne" hat vekirin.

Daxuyanî ji hêla parlementer Hasan Ozgûneş ve hat dayîn. Ozgunes, diyar kir bi destê  AKP’ê û MHP’ê daristan tên şewitandin û yên ku mayîn jî tên birîn û wiha axivî: “Li Cûdî, Gabar, Besta, Qileban û Elkê darên me tên birîn. Niha jî li herêma Bestayê dar tên birîn û xwerist tê talankirin. Birîna daran bûye wek çandekê. Ji bo rantê daristanên me îro tên birîn. Li heremê birîna daran hîn berdewam dike. Her wiha ji xeynî birîna daran daristanên me tên şewitandin û ev şewat hîn berdewam dike. Ev şewat jî bi destên leşkeran tê derxistin. Li Dersîmê jî bi rojane şewata daristanan berdewam dike. Li aliyê rojavayê Tirkiyê jî ji bo rantê daristan hatin şewitandin. Bila hemû gel xwedî li xwezaya xwe derbikeve. Li aliyê rojavayê Tirkiyê dema daristan dişewitin hêstiyariyek çêdibe. Lê belê dema li Kurdistanê daristan tên şewitandin û tê talankirin heman hêstiyarî nayê nîşandan. Çav û gûhên dewletê nabihîze.”

Ozgûneş, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir  AKP hebûna çand û nasnameyê k-Kurdan ji xwe re wek talûkeyekî dibîne û got: “Ji ver vê yekê jî xweristê wê jî ji xwe re wek dijmin dibînin. Bi tûnekirina xweristê dixwazin Kurdan jî tune bikin. Lê belê gelê Kurd li dijî hemû êrişan hîn li ser piya ye. Em bang li Waliyê Şirnexê dikin; ma gelo wîjdana we naşewite? Hûn bi tunekirina xwezaya me dixwazin ji nifşê nû re çi bihêlin? Hûn dixwazin jiyana me jehrî bikin? Hûn çima vê qirkirinê asteng nakin? Hûn çima qadên me yên jiyanê teslimî kesên ku xwe pênc quruşa firotî dikin? Em we şermezar dikin. Em we hîşyar dikin û dibêjin li tavilê dest ji qirkirina xwezaya me berdin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûnştinê bi dawî bû.