Şewata li Bestayê dewam dike
Agirê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li daristana gundê Mêhrîna yê herêma Bestayê hatiye xistin, 2 roj in nayê vemirandin.
Agirê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li daristana gundê Mêhrîna yê herêma Bestayê hatiye xistin, 2 roj in nayê vemirandin.
Li herêma Besta ya Şirnexê, şewata ku li daristana gundê Mêhrînayê dest pê kir 2 roj in dewam dike.
Şewat ji ber bombardûmana hewayî ya helîkopterên dewleta Tirk a dagirker dest pê kir. Ji ber ku qada daristanê hatiye qedexekirin, gundî jî nikarin biçin şewatê vemirînin.