Li Cizîrê 9 kes hatin girtin

Ji 12 kesên Destûra Bingehîn cezayê wan hate erêkirin, 9 kes li Cizîrê hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.

Cezayê 12 kesên bi îdîaya ‘endamên rêxistinê ne, li ser navê rêxistinê sûc kirine’ di bûyerên 15’ê Sibata 2008’an li navçeya Cizîr a Şirnexê hatibûn destgîrkirin û di çarçoveya doza li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hatibûn darezandin û 3 sal, 1meh û 15 roj ceza lê hatibû birîn, ji aliyê Destûra Bingehîn ve hate erêkirin.

Piştî cezayê wan hate erêkirin û şûnde di êrîşên operasyona qirkirina siyasî de 9 kesê hatibûn destgîrkirin. Her 9 kesên hatibûn destgîrkirin şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.

Navê hinek ji kesên hatine girtin wiha ne: Edîp Yagracik, Remzî Dadak, Husnu Dadak, Çetîn Dayar, Tehsîn Mendes û Yûsûf Ûykûr.