Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 172'an de ye

Malbata Şenyaşar 172 roj in li ber xwe dide. Malbatê got, "Bes e ji hiqûqa serweran re."

Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, 172 roj in ji bo edaletê nobedê digirin.

Dayik û kur mîna her rojê li ber avahiya edliyeyê li hev kom bûn û dest bi çalakiya nobedê kir.

Di çalakiyê de wêneyên komkujiyê hatin hildan û pankarta bi nivîsa "Bav û 2 kur qetil kirin. 3 sal in kesek nehatiye girtin. Bes e ji hiqûqa serweran re. Edalet ji bo her kesî" hat vekirin.