Dagirkerên ku nikarin bi gerîla, gazên kîmyewî bi kar tînin

Artêşa Tirk a dagirker ku nikare li hemberî gerîlayên HPG û YJA Starê bi pêş ve biçin, ji bo şikandina berxwedanê giranî daye ser bikaranîna gazên kîmyewî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çalakiyên gerîla yên li dijî êrişan daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

26'ê Tebaxê saet di 10:50'î de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Şehîd Serxwebûn dan. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin hate xistin.

Heman rojê saet di 18:40'î de li qada Çiyayê Reş, hêzên me li 2 droneyan xistin. Di encama çalakiyê de droneyek hate îmhakirin, droneya din jî neçar ma ku ji herêmê biçe.

Li qadên berxwedanê yên Girê Sor û Werxelê yên herêma Avaşînê;

Artêşa Tirk a dagirker ku li qadên berxwedanê yên Werxelê û Girê Sor li pêşberî berxwedana dîrokî ya hêzên me nikare bi pêş ve biçe, bi bikaranîna gazên kîmyewî dixwaze berxwedana hêzên me bişikîne.

26'ê Tebaxê saet di navbera 17:00-23:45'an de û 27'ê Tebaxê saet di 06:00 de qada berxwedanê ya Werxelê bi gazên kîmyewî û teqemeniyan hate bombekirin. Hêzên dagirker ku sûcê şer dikin, li gel van êrişan jî nikare bi berxwedana hêzên me.

25'ê Tebaxê saet di navbera 18:00-22:45'an de dagirkeran bi teqemenî û gazên bi jehr bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin û piştre xwest bi pêş ve biçin. Bi destwerdana berxwedêrên Werxelê re dagirker hatin rawestandin.

Li ser qadên berxwedanê liv û tevgera drone û balafirên keşfê dewam dike.

26'ê Tebaxê saet di navbera 17:30-18:30'î de li herêma Zapê qada Karker bi balafirên şer hate bombekirin.

26'ê Tebaxê saet di 18:30'î de li herêma Zapê qada Kûnîşka bi balafirên şer hate bombekirin.

26'ê Tebaxê saet di navbera 10:00-10:30'î de li herêma Xinêrê li qada Kendekolê derdora Şehîdgeha Şehîd Şerîf bi balafirên şer 3 caran hate bombekirin."