KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li 10 cihên Bestayê agir bi daristanê ket
Li herêma Besta ya Şirnexê agir bi 10 qadên daristanî ket. Şewata ku nayê vemirandin li qadeke fireh belav dibe. -
Dewleta Tirk li Berwarî Bala çekên kîmyewî bi kar anî
Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker di bombebarana li ser herêma Berwarî Bala ya Duhokê de çekên kîmyewî bi kar aniye. -
Li Midyada Mêrdînê qezaya kar: Karkerek mir
Li Midyada Mêrdînê karkerê ku ket valahiya ji bo asansorê jiyana xwe ji dest da. -
HPG: PDK’ê êrişî 7 gerîlayê me kir
HPG’ê diyar kir ku PDK’ê êrişî 7 gerîlayên wan kiriye û got “Dewleta Tirk dema êrişî gelê me û hêzên me dike, PDK’ê jî dibe hevkarê van êrişên mêtinger û faşîst.” -
Li Werxelê 5 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper jî hatin rûxandin
Gerîlayên HPG/YJA Star li qada Werxelê ya Avaşîn li leşkerên Tirk ên dagirker dan. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 5 dagirker hatine cezakirin, 2 çeper jî hatine rûxandin. -
Dayikên Şemiyê: Heta edalet pêk bê em ê tê bikoşin!
Dayikên Şemiyê pirsa aqûbeta Kenan Bîlgîn kir û got: “Heta edalet pêk bê, em ê têkoşînê bikin.” -
Mehmet Sîncar bîr anîn: Kujer sîstem e
Parlemeterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê berî 28 salan hatibû qetilkirin, li ser gora wî bibîr anî. Di bîranînê de bal kişand ser dijminahiya AKP-MHP’ê ya li Kurdan. -
HPG: Rêya serfiraziyê û şoreşê nîşan dan
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Serhedê şehîd bûne ragihand û diyar kir hem bi jiyana xwe û hem jî bi helwesta xwe ya fedayî ya li nav şer rêya serfirazî û şoreşê nîşan dan. -
Li Qelqeliyê cerdevaniya bankamatîk
Ji bo navçeya Qelqelî ya Wanê ji navçeyên derdor 94 cerdevan hatin wezîfedarkirin. Ev kes bê ku qet biçin Qelqeliyê muçeyên cerdevaniyê digirin. -
'Amed Pasûr li bajaran venahewe û berê xwe dide çiyayên azad'
Bariş Can bi navê xwe yê tevgerê Amed Pasûr, di bajaran de venahewe. Dixwaze berê xwe bide çiyayên azad û tekoşîna xwe li çiyayan berdewam bike. -
Li Werxelê berxwedana dijî dagirkeriyê û gerîlayên serdema fezayê
Ev ne tenê têkçûna artêşa Tirk a li şerê Werxelê ye. Her wiha wêneyê wê ye ku bi komeke gerîla jî nikare. -
Li Hezexê zarokê ku wesayîta leşkeran lê qelibî mir
Zarokê bi navê Mîhraç Mîroglû yê 7 salî ku li Taxa Tûrgût Ozal a Hezex a Şirnexê wesayîta zirxî lê qelibî, jiyana xwe ji dest da. -
Fermandariya YRK’ê: Simko Serhildan Egîdê Rojhilatê Kurdistanê ye
Fermandariya YRK’ê: Îro li Rojhilatê Kurdistanê, hevaltî û gerîlatiya ku bi serkeftî pêk tê, tevkariya Rêheval Simko tê de pir zêde ye, fermandartiya wî îro bûye hêviya di serî de gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û hemû gelê me yê Kurdistanê. -
Cenazeya gerîlaya YJA Starê Uzum da malbatê
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Dîcle Uzum a li Colemêrgê şehîd bûbû, dan malbatê. -
Li Amedê sê kes hatin girtin
Li navçeya Karaz a Amedê ji kesên ku hatibûn destgîrkirin 3 kes hatin girtin -
Gerîlayên YJA Starê derb li helîkopterê xistin
Gerîlayên YJA Starê 2'ê Îlonê li helîkoptereke êrişê xistin, ku dixwest bombeyan li qada Tîpa T ya herêma Zapê bibarîne. Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji herêmê biçe. -
Şandeyek ji Iraqê serdana cihê bûyerê kir
Piştî bi saetan ji êrişa li ser Mexmûrê derbas bû, şandeyek girêdayî Hikumeta Iraqê serdana cihê êrişa SÎHA’yê kir û bêyî ku daxuyaniyekê bide vegeriya. -
Malbata Şenyaşar: Hûn ê hesabê komkujiyê bidin!
Malbata Şenyaşar got, "Bi xwespartina li qralê dest dilerize, hûn tenê dikarin pêvajoyê dirêj bikin. Hûn ê hesabê komkujiyê bidin." -
Hevserokê PADÊ ji bo hilbijartinê bang li Êzidiyan kir: Dengê xwe bidin xwe
Hevserokê PADÊ Emer Saleh: “Divê gelê me hêz û vîna xwe bi dengê xwe diyar bike û bi vî rengî nehêle ku yên bûne sedema fermanê careke din nikaribin li Şengalê vegerin.” -
'Dewleta Tirk bombe li zarokan barand'
Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), welatiyên ku SÎHA’yan bombe li malên wan barandin axivîn û gotin: "Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li zarokan barandin." -
Şêniyên Mexmûrê: Me bi berxwedanê dest pê kir, em ê her li ber xwe bidin
"Em bang li gelê Kurd dikin ku xwedî li rûmet û kerameta xwe derkevin. Gelê Mexmûrê bi berxwedanê destpê kiriye, em ê li ber xwe bidin. Çiqas êriş pêk bên, çiqas li ser me lihevkirin bibin, em li gel Rêbertiya xwe ne, bi têkoşîna xwe re li ber xwe bidin." -
Perwedekarê Ma Muzîkê Guçmen hate destgîrkirin
Perwerdekar û muzîsyenê Ma Muzîkê Neşet Guçmen di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hate destgîrkirin. -
Li Mexmûrê SÎHA bombe li sivîlan barandin: Sivîlek birîndar bûye-NÛ BÛ
Li Mexmûr di saet 08:20’an balafirê Keşfê yên Bêmirov û Biçek (SÎHA) bombe li malên sivîlan. -
Gerîla Kendal: Berê me li serketinê ye, em ê teqez bi ser bikevin
Gerîla Kendal Kobanê diyar kir, dewleta Tirk a ku bi mehan e nikare berxwedana gerîla bişikîne bênavbera çekên kîmyewî bi kar tîne û got, "Berxwedan hîn jî dewam dike. Berê me li serketinê ye û em ê teqez bi ser bikevin." -
Ajan Dîlan Înanç li înfazan mikur hat
Ajan Dîlan Înanç li xwe mikur hat û diyar kir ku hin malbatên li Amedê sala 2014'an digotin 'Em zarokên xwe dixwazin' zarokên wan ji aliyê dewletê ve hatine kuştin. Dîlan Înanç got, "Min bi xwe 3 ji wan kuşt."