Mehmet Sîncar bîr anîn: Kujer sîstem e

Parlemeterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê berî 28 salan hatibû qetilkirin, li ser gora wî bibîr anî. Di bîranînê de bal kişand ser dijminahiya AKP-MHP’ê ya li Kurdan.

Parlementerê Partiya Demokratîk (DEP) ê Mêrdînê Mehmet Sîncar 4’ê Îlona 1998’an li gel Metîn Ozdemîr li Êlihê di êrîşeke çekê de hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn. Li gel malbata Sîncar Berdevka HDP’ê Bebû Gunay, Parlemetner Pero Dundar û gelek kes li ser gora Sîncar a li navçeya Qoser a Mêrdînê amade bûn.

Hevjîna Sîncar Cîhan Sîncar diyar kir ku hevjînê wê û Metîn Ozdemîr di hefteya aştiyê de hatin qetilkirin û diyar kir ku yên aştî naxwestin êrîş pêk anî. Sîncar anî ziman ku 28 sal in berpirs derneketine û ev ji bo Meclîsê şermeke û got: “Berdêl çi dibe bila bibe, bi milyonan têkoşîna Mehmet û Metîn ji cihê mayî didomînin. Em dizanin qatil ne kesek tenê ye.”

Pero Dundar a HDP’î jî axivî û diyar kir ku berpirs diyar in û destnîşan kir ku yên Mûsa Enter, Vedat Aydin, Mehmet Sîncar û Denîz Poyraz qetilkirin heman kesin û got: “Berî 28 salan Mehmet Sîncar îro Denîz Poyraz. Dema Mehmet Sîncar hate qetilkirin, Denîz zarokek biçûk bû, lê bi heman rengî hate qetilkirin. Ji bo wê em tetîkkêş û yên li peywan nas dikin. Ev sîstemek e.Îro dewlet bi xwe diyar dike 17 hezar kuştinên kiryarên wan ne diyar hene. Dema desthilat hat ser desthilatê gotibû ku wê van bûyeran ronî bike. Lê dosyayên hemûyan girtin. Yên dibêjin em ê çareser bikin, heman tiştî dikin. Yên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê qetlîam kirin, heman in.

Heta niha vê desthilatê dev ji dijminahiya li Kurdan bernedaye. Dijminek welê ye ku yên Kurdan qetil dike, hêviyên serketinê ji bo wan didin. Weke serbilindî dibînin. Her qetilkirina Kurdekê deqeke reşe li ser rûyê vê desthilatê.”