Gerîla Kendal: Berê me li serketinê ye, em ê teqez bi ser bikevin

Gerîla Kendal Kobanê diyar kir, dewleta Tirk a ku bi mehan e nikare berxwedana gerîla bişikîne bênavbera çekên kîmyewî bi kar tîne û got, "Berxwedan hîn jî dewam dike. Berê me li serketinê ye û em ê teqez bi ser bikevin."

Gerîlayê HPG'ê Kendal Kobanê gerîlayekî ciwan ê 18 salî ye. Di pêvajoya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cih girt. 8'ê Hezîrana 2021'ê dema ku artêşa Tirk a dagirker êriş bir ser çeperên gerîla yên li qada Werxelê, yek ji wan gerîlayan bû ku derb li leşkerên Tirk xist. Ji ANF'ê re qala têkoşîna xwe kir.

Gerîla Kendal Kobanê anî ziman ku ew ji êrişên dewleta Tirk re amade bûn û got, "Me zanîbûn ku dijmin wê êrişî qada Werxelê bike. Ji ber vê yekê amadekariyên me hebûn. Dema ku dijmin êriş kir û xwest bi pêş ve biçe, weke hêzên gerîla yên li wê derê me li dijmin xist. Dijmin bi giranî bi rêbazên şerê psîkolojîk hewl dide encamê werbigire. Gotinên weke 'werin, em zanin ku ava we, erzaqê we nîne, werin teslîm bibin' dibêje. Em jî zanin ku dijmin xwedî karakterekî çawa ye. Ji ber vê yekê em henekê xwe bi bangên teslîmiyetê dikin. Dijmin ne bi wêrekiya xwe êrişî tunelên me yên şer dike. Bi rêya îstîxbarata ji hin kontra û ajanan wergirtî êriş dike."

'DI DESTÊ DEWLETA TIRK DE TENÊ TEKNÎK MAYE'

Gerîla Kendal Kobanê diyar kir ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan her tim li her derê qaşo propagandaya artêşa Tirk dike û got, "Lê belê ew artêşa wan a 'gelekî xurt' newêre xwe nêzî tunelên me bike. Hîn jî hewl didin bi rêya kûçikan encamê bigirin. Em êdî bi rêbazên dijmin zanin. Li dijî tunelên me kîmyasalê hîn jî bi kar tîne. Ji ber ku bi mehan e nikare bi berxwedana hevalên me. Mayinê ku bi werîsan berdidin, kûçikên ku kamera datînin ser serê wan, bangên leşkerên newêrin bikevin hundir, bi kêr nayên. Hevalan li hemberî van her tim tedbîr girtine. Heval zû bi hewldanên dijmin dihesin û çawa êriş bikin jî em tedbîrên xwe digirin.

Hevalekî me carna li hemberî bîst leşkeran şer dike û dema ku em lê didin, leşker bêyî bersivê bide yekser direvin. Cenazeyên hevalên xwe yên hatine kuştin jî nabin. Rewşa leşkeran bi vî rengî ye, di destê wan de tenê teknîk maye. Li dijî vê jî em tedbîrên xwe digirin. Balafirfên keşfê, helîkopterên skorsky, kobra, balafirên şer 24 saetan li ser serê me digerînin. Yanî hedefekê nebînin jî tenê ji bo bandorê li psîkolojiya me bike belasebep bombeyan li qadê dibarînin. Em zanin ku dijmin dixwaze çi bike û ti ji van bandorê li me nake. Lewma berxwedana me hîn jî dewam dike. Me berê xwe dane serketinê û em zanin ku em ê teqez bi ser bikevin. Ew hevalekî ji me bistînin em ê bi dehan ji wan bistînin. Ne tenê ji aliyê fîzîkî ve em ê ji bo tunekirina zîhniyeta dijmin heta dawiyê şer bikin."