Fermandariya YRK’ê: Simko Serhildan Egîdê Rojhilatê Kurdistanê ye

Fermandariya YRK’ê: Îro li Rojhilatê Kurdistanê, hevaltî û gerîlatiya ku bi serkeftî pêk tê, tevkariya Rêheval Simko tê de pir zêde ye, fermandartiya wî îro bûye hêviya di serî de gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û hemû gelê me yê Kurdistanê.

Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) di salvegera 10’an de Fermandarê YRK’ê Simko Serhildan bibîr anî.

Daxuyaniya YRK’ê wiha ye:

“Dehemîn salvegera şehadeta rêheval Simko Serhildan e. Di salvegera şehadeta wî de rêheval Simko Serhildan û di şexsê wî de şehîdên qehreman ên hemaseya Qendîlê û hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêz û mînet bibîr tînin. Di sala 10’emîn de em soza têkoşîna xwe ya serxistina armancên wan bi hêztir pêş bixin, didin.

Weke tê zanîn di sala 2011’an de li Rojhilata Navîn bi navê Bihara Ereban pêvajoyeke nû destpê kiribû, bi taybet sîstemên statûkoparêz û netew-dewletên herêmê pirsgirêkan çareserkirin wêdetir, her kûrtir dikin û hemû dewlemendî û nirxên gelan pêşkeşî hêzên sermayedar û sîstemê dikin. Di pêvajoyeke wisa de bi taybet weke navend Kurdistan, di pêşengtiya Tevgera Azadiyê de bi fikr û felsefeya Rêber Apo weke alternatîf derket pêş, nêzî 40 sal zêdetir di şexsê gerîlayên Kurdistanê û gelê Kurd de têkoşînek û berxwedaniyeke bêhempa tê meşandin. Bi taybet tevlîbûna gelên mîna Ereb, Ermenî, Asûrî, Tirkmen û beşên enternasyonalîst ve Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat, beriya vê gelek sîstem wek Tûnis, Libya, Misr û welatên din de nerazîbûn û berxwedaniya gelan gihaşt lûtkeyê, lêbelê ji ber xwedî alternatîf û pêşengtiyeke rast nebûn, tiştên hatin avakirin, pirsgirêkê zêdetir kûrkirinê wêdetir ji xwe re encamek neanî. Di milê din de di şexsê şervanên Kurd, Ereb, Ermenî, Tirkmen de li Sûriyê sîstemeke xwe dispêre gelan hate avakirin. Helbet gelek bedelên giranbiha hatin dayîn û destanên dîrokî derketin.

Bi taybet sala 2011’an dewlet neteweyên herêmê ku jiyanê ji gelan re weke dojeh kirine, ketin tirs û xofeke mezin û lewma ruxmê li hemberî hev xwedî nakokî û dijminatiyeke kûr jî bûn, di şexsê Tevgera Azadî de fikra ku her ku diçû mezintir dibû ew anîn gel hev. Ji ber vî yekî dewletên faşîst û dagirker ên weke Tirkiyê, Îran bi hev re hewl dan Tevgera Azadî ji holê rabikin û bikaribin gelên herêmê bi taybet jî gelê Kurd bêpêşeng bihêlin. Di pêvajoyeke wisa de dewleta dagirker a Îranê bi hemû teknîka xwe û bi hêjmareke sedan qat ji hêjmara gerîlayên Kurdistanê zêdetir êrîşê Qendîlê kir û xwest navend û mejiyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ji nav bibe.

Lêbelê bi taybet gerîlayên azadiya Kurdistanê di pêşengtiya Fermandarê mezin Simko Serhildan de bi hêjmareke kêm lê bi taktîkên serdema nû, bi cesaret, fedakarî û îradeyeke mezin şer kir û nehişt çiyayên azad werin dagirkirin.

Simko Serhildan bi navê din Macîd Kawyan, li bajarê Rojhilatê Kurdistanê, Banê tê dinê; hê di temenê xwe yê piçûk de rastiya dijmin nas dike û dibe xwedî lêgerîn, dema Rêber Apo tê girtin, li Rojhilatê Kurdistanê, gelê Kurd hemû radibin ser pêya û helwesta xwe nîşan didin û bi dehan kes aliyê sîstema qirker ve tên şehîdkirin û gelek kes ji bo Rêber Apo jiyana xwe feda dike. Rêhevalê me û fermandarê me heval Simko jî weke gelek ciwanên xwedî exlaq û wîcdan van kiryarên dijmin qebûl nake û li hemberî dagirkeran biryara têkoşîn û şer dide û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, ruxmê temenê xwe yê ciwan, di demekî pir kurt de bi sekna xwe ya gihaştî, cidî û xwedî berpirsiyar di nav gerîlatî de pêş dikeve û berê xwe dide Bakurê Kurdistanê, Dersîmê. Li vir rastiya dijmin zêdetir dibîne û xwe ji her milî ve gurçûpêç dike û bi fikrê Rêber Apo xwe weke ku ji nû ve ava dike û li vir hem gerîlatiyeke serkeftî dike û hem jî di demekî kurt de jî erk û rola pêşengtiyê bi serkeftî bi cih tîne. Dîsa yek ji wan kesan e ku berê xwe dide Behra Reş û li vir gerîlatî dimeşîne. Rêheval Simko ruxmê ciwan e lê belê mîna gerîlayên dehan salan tevdigere û ji bo pêkanîna jiyaneke azad têkoşîn dimeşîne. Rêheval Simko di temeneke ciwan de berpirsiyartiyên pir mezin radike û bi serkeftî pêk tîne û ji bo gerîlatiyeke bibe bersiva demê her tim di nav lêhûrbûn û hewldaneke mezin de bû.

Bi taybet dema tê qada Rojhilatê Kurdistanê, ji bo bikaribe hemû lêhûrbûnên xwe li vir pratîze bike û gerîlatiyeke nûjen û profesyonel ava bike, kedekî mezin dide. Dîsa di milê gerîlatî de bi hêjmareke biçûk çawa derbeyên mezin li dijmin tê dayîn, arazî çawa bi kûrahî tê bikaranîn, di şerê Qendîl de bi serkeftî pratîze kir. Ji ber wê îro berxwedaniyên li Metîna, Zap, Avaşîn di şexsê gerîlayên Kurdistanê de tê meşandin, em bi rehetî dikarin bêjin ku tevkariya rêheval Simko, fikr û gerîlatiya wî pêşengtî dike. Îro li giştî çiyayên Kurdistanê, ji çar perçeyan ciwanên Kurd mîna rêheval Simko ji bo avakirina netewbûnê û perçekirina zihniyeta dijmin a ku li Kurdistanê hatiye avakirin, têkoşîn meşandin û dimeşînin.

Di milê din de rêheval Simko, jiyana gerîla, fikr û jiyana Rêber Apo di nav kesayeta xwe de dawerivandinê bû, milîtanê rast a Rêber Apo çawa dibe, bi hemû jiyan û têkoşîna xwe îspat kir, lewma şervanên di bin fermandariya wî de bi dil û can pê re bûn û baweriyeke bêsînor pê re anîbûn. Îro li Rojhilatê Kurdistanê, hevaltî û gerîlatiya ku bi serkeftî pêk tê, tevkariya Rêheval Simko tê de pir zêde ye, fermandartiya wî îro bûye hêviya di serî de gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û hemû gelê me yê Kurdistanê. Çawa ku di şexsê fermandarê mezin Egîd de pêvajoyeke nû li Kurdistanê destpê kir, heman tişt di şexsê rêheval Simko Serhildan de jî berdewam kir û îro her gerîla li ser şopa wî têkoşîn dimeşîne. Ji ber vê yekê îro heval Simko Serhildan mîna Egîdê Rojhilatê Kurdistanê pênase dibe û bi vê ruh û baweriyê gerîlayên Kurdistanê têkoşîn dimeşîne.

Wek tê zanîn, rêheval Simko Serhildan ne tenê ji bo gelê Rojhilat an jî gelê Kurdistanê ji bo jiyaneke azad û demokratîk ji bo gelê bindest jî têkoşîn meşandiye û berê xwe daye Behra Reş, çawa ku di destpêkê de heval Heqî Qarer ji Behra Reş berê xwe dide Kurdistanê û ji bo gelên bindest û jiyaneke azad têkoşîn meşand, di şexsê rêheval Simko de jî ev ruh zindî bû. Dîsa di vê demê dawiyê de fermandarekî me yê mezin heval Rênas Roj jî bi heman rengî li çar perçeyê Kurdistanê ji bo gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî û Ermen têkoşîneke pir mezin û bêhempa meşand û bi qehramanî tevlî karwanên nemiran bû.

Dîsa em 4 hevalên xwe yên ku li Rojhilat, Zîmzîranê ji bo êrîşên dijmin bişkîne û ji pêvajoyê re bibe bersiv çalakiya fedayî kirin, heval Sarya Onûr, Agîd Tûşpa, Şahîn Dijrabûn, Têkoşer Viyan bibîr tînin.

Em ji ber xwedî Rêbertî û îdeolojiyeke bi vî rengî ne, her roj pêşeng û fermandarên xwe ava dike, dibin şopdarên Egîd Îlamî, Hewram Awyer, Kawenda Agirî, Sarya Onûr û Cihan Azadan.

Ji ber vê yekê, di xeta Rêbertî û şehîdan de, em ê di sala 10’emîn de pir xurtir têkoşîn bikin û mezin bi ser bikevin. Em ê li ser bingeha serketina bi têkoşînek wiha bersivê bidin bîranîna şehîdên xwe. Li ser bingehê vana, careke din di 10’emîn salvegera şahadeta rêheval Simko Serhildan de, em hemû şehîdên me yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em diyar dikin ku em ê hê  mezintir  armancên wan ser bixin û em ê bîranînên wan di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de pir xurttir bidin jiyîn.”