Li Hezexê zarokê ku wesayîta leşkeran lê qelibî mir
Zarokê bi navê Mîhraç Mîroglû yê 7 salî ku li Taxa Tûrgût Ozal a Hezex a Şirnexê wesayîta zirxî lê qelibî, jiyana xwe ji dest da.
Zarokê bi navê Mîhraç Mîroglû yê 7 salî ku li Taxa Tûrgût Ozal a Hezex a Şirnexê wesayîta zirxî lê qelibî, jiyana xwe ji dest da.
Zarokê bi navê Mîhraç Mîroglû yê 7 salî ku li Taxa Tûrgût Ozal wesayîta zirxî lê qelibî, jiyana xwe ji dest da. Zarokê ku di saetên şevê de wesayîta polîsan lê qelibî û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku dema zarok li ser duçerxê bû, wesayîta zirîx lê qelibiye.
Piştî bihîstina bûyerê endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hezexê û gelek kes berê xwe dan nexweşxaneyê.