Ajan Dîlan Înanç li înfazan mikur hat

Ajan Dîlan Înanç li xwe mikur hat û diyar kir ku hin malbatên li Amedê sala 2014'an digotin 'Em zarokên xwe dixwazin' zarokên wan ji aliyê dewletê ve hatine kuştin. Dîlan Înanç got, "Min bi xwe 3 ji wan kuşt."

Dîlan Înanç ku tevî kekê xwe yê teslîm bûyî û bû sîxur, her wiha xalê jinbira xwe bû ajan, diyar kir ku hîn 16 salî bû wê gelek kes kuştiye û malbatên hin ji van kesên kuştine sala 2014'an li ber avahiya Partiya Demokrasî û Aştiyê (DBP) a Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokên xwe ji PKK'ê dixwest.

Dîlan Înanç a 23 salî ji navçeya Farqînê ya Amedê ye. Diyar kir ku piştî kekê wê Sîdar Înanç teslîm bû, ew kete nava tora ajantiyê. Dîlan Înanç anî ziman, piştî ku xalê jinbira wê Kemal Mergen kete dewrê, bi dek û dolabên ji destavêtin, destdirêjî, fûhûş û narkotîkê ew jî êdî bû sîxurek.

DIKE KU JI MALÊ BIREVE

Kemal Mergen bi gotina ku jê hez dike û wê pê re bizewice, wê dixapîne. Înanç ji mala xwe y a li Stenbolê direve. Dema ku diçe gel Mergen li pêşiya Amedê ji aliyê polîsan ve tê girtin. Kemal Mergen wê li warê dewletê bi cih dike. Piştre jî dibêje ku dixwaze li malê vegere û vedigere mala malbata xwe. Kemal Mergen piştî demekê vê carê li ser Facebookê têkiliyê pê re datîne. Bi rêya vê yekê têkiliyê dewam dike, lê belê daxwaza Mergen a hevdîtin û bihevre bûnê red dike. Li ser vê yekê Mergen diçe Stenbolê. Dîlan Înanç dema ku êvarê ji mala kekê xwe derdikeve Mergen û yên li gel wî pêşî lê dibirin, wê dixin wesayitekê û direvîne. Li cihekî veşartî bi destavêtinê gefê lê dixwin û jê dixwazin ku ajantiyê bike. Dîlan Înanç dema ku qala wê kêliyê dike dibêje ku nizane wê ji bo kê li dijî kê ajantiyê bike. Li vê derê dibe malekê ku fûhûş lê tê kirin. Jê re dibêjin, eger qebûl neke wê bi vî rengî dewam bike. Înanç bi vî rengî dikeve tora sîxurtiyê.

TÊ PERWERDEKIRIN

Dîlan Înanç tê perwerdekirin û bi Kemal Mergen ve girêdayî dest bi kar dike. Înanç di mikurhatinên xwe de wiha qala perwerdeyê dike: "Perwerde destpêkê ji mejî dest pê dike. Fikrê 'ev welat xwedî li min derdikeve, min diparêze' li mejî tê bicihkirin. Piştî ku tu qanih bû perwerdeya leşkerî dest pê dike. Endamên MÎT'ê dibêjin, dewlet te xwedî dike, divê tu jî xwedî li dewletê derkeve. Welê li te tê ku dewlet çi bêje tu yê wê bike. Tu dibêje, ez ê li dijî her kesên zerarê dide dewletê şer bikim. Li ser vê yekê min sond xwar. Soza şerê li dijî PKK'ê û tolhildanê. Min perwerde dît ku dema bê girtin divê çi bikim. Qala rêbazên lêpirsînê jî dikin. Hewl didin hêza te ya qanihkirinê xurt bike. Perwerdeya psîkolojiya mirovan, fêhmkirina hestê mirovan dide."

Ajan Înanç diyar kir ku piştre ji bo tirs, hest û wijdanê ji holê rakin, înfazan didin kirin, yanî dest bi pêvajoya pratîkê dikin.

MALBATÊN KU ZAROKÊN XWE DIXWAZIN

Yek ji mikurhatinên Înanç li ser wan malbatan e ku 2014'an li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rûniştin. Kesên ku 4'ê Hezîrana 2014'an li ber avahiya şaredariyê DBP, HDP û PKK kirin hedef, wêneyên zarokên xwe hildan, îdîa kirin ku tevlî PKK'ê bûne û ji PKK'ê zarokên xwe xwestin. Medya Tirk û hikumeta AKP'ê ya wê demê li ser vê hewldanê êriş birin ser Tevgera Azadiyê ya Kurd û siyaseta legal. Berfirehiya demdirêj a vê lîstikê hîn jî li ber avahiya HDP'ê ya Amedê dewam dike.

Vaye gotinên Dîlan Înanç ên li ser wan malbatên sala 2014'an: "Hinek li ber avahiya DBP'ê ya bajêr û şardariyê civiya bûn. Digotin 'Zarokên me çûn çiyê, xapandin'. Belê hinek ji wan zarokan çûn çiyê, lê belê hinek jî neçûn. Hinek ji aliyê MÎT'ê ve hatin kuştin. Min bi xwe 3 ji wan kuşt. Temenê wan di navbera 22 û 24 salî de bû. Wê demê pere didan malbatên wan, wêneyên biçûkaniyê yên zarokên wan dianîn, mîna ku di 12, 13 salî de tevlî bûne. Min nizanî bû ku yên ku min ew kuşt di nava wan de bûn. Dema ku min li televîzyonê li wêneyên zarokan û malbatên wan temaşe kir, ez hêrs bûm; min digot 'PKK zarokên biçûk dixapîne û direvîne çiyê'. Wê demê Kemal ji min re got, 'Tu bawer dike ku ev hemû bi rastî jî tevlî PKK'ê bûne? Malbata 3 ciwanên ku te bi xwe ew kuşt li wir e. Malbatên yên din ên ku te ew kuştine jî li wir e'. Piştre min mekanîzma fêhm kir. Piştî kuştinê bi rêya ajanan dihate gotin 'zarokên we tevlî PKK'ê bûye'. Malbat dema welatparêz be, ji xwe bi pey nakeve. Bi vî rengî dihate girtin. Hin malbat bi rêya îqna û xapandinê dihatin birêxistinkirin.

Her tişt xwedî berpirsyarekî ye, her kes bi tiştekî mijûl dibe. Ez kujer bûm, bi malbatê re nediaxivîm. Yên bi malbatê re diaxivîn ajanên li nava kar bûn. Kesên cuda hebûn ku ew direvandin an jî têkildarî wan ciwanan îstîxbarat kom dikirin. Yên lêpirsîn dikirin cuda bûn, yên êşkence dikirin, yên dikuştin cuda bûn. Her tişt ji hev cuda bûn."

SALA 2015'AN JI BO SÛÎQESTÊ ŞANDIN NAVA PKK'Ê

Dîlan Înanç piştî perwerde û pratîkê êdî ji bo wezîfeyeke nû bi rengekî taybet tê perwerdekirin. Sala 2015'an wê dişînin nava refên gerîla. Armanc jî sûîqesta li dijî rêveberên payebilind ên PKK'ê ye. Înanç tevlî dibe û navê Zîlan Berxwedan li xwe dike.

GERÎLA PÊ DIHESE Û LÊPIRSÎNÊ DIKE

Înanç piştî demekê di perwerdeyeke taybet re derbas bibe û hewl dide xwe veşêre. Lê belê gerîla pê dihese. Piştî ku tê girtin, lêpirsîna wê tê kirin û li bûyer û kiryarên xwe mikur tê.