Li Qelqeliyê cerdevaniya bankamatîk

Ji bo navçeya Qelqelî ya Wanê ji navçeyên derdor 94 cerdevan hatin wezîfedarkirin. Ev kes bê ku qet biçin Qelqeliyê muçeyên cerdevaniyê digirin.

AKP-MHP a berî niha ji bo alîgirên xwe kadroyên notirvan wezîfedar kiribûn, niha jî çav daye cerdevantiyê. Li Wanê ya ku hema bêje cerdevanî lê tine û ji bo Qelqelî ya ku ji salên 90’î ve cerdevanî redkirî, cerdevan wezîfedar kiriye.

Ji kesên ji Colemêrg, Mûş û Bedlîsê serlêdanên bûna cerdevaniyê kirine, 94 kes şandine navçeya Qelqlî ya Wanê. Cerdevanên ku li Qelqeliyê weke cerdevan tên dîtin, lê naçin Qelqeliyê, mîna ku cerdevaniyê dikin, mûçe digirin. Hate ragihandin ku cerdevanên ku hatin wezîfedarkirin carekê hatine Wanê, piştî çekên xwe girtine, vegeriyane malên xwe.

SOZA HILBIJARTINÊ YA AKP’Ê BÛ

Ev kesên ku weke cerdevan hatine wezîfedarkirin û qet neçûn Qelqeliyê û mûçe digirin, derket holê ku beşek ji van beriya hilbijartina xwecihî ya 2019’an ji bo wan soz hatiye dayîn ku kar ji bo wan binînin, hate zanîn ku AKP’ê çareseriyek wiha ji bo wan dîtiye. Berî niha ji xwe bi raya giştî re hatibû parvekirin ku rayedarên AKP’î soza cerdevantiyê dabû, li pêşberî vê jî ji bo kesên ku dixwazin bibin cerdevan wê rêjeyek pere jî girtibûn. Sala borî li Erdîşê rêveberên AKP’î ji 200 kesên ku soza cerdevaniyê dabûn wannêzî 2 milyon TL pere girtibûn û piştre jî wina bûbûn. Namzetên cerdevantiyê yên ku li Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê gilî kiribûn, bi hinceta delîlên pêwîst nîne, hatibûn redkirin.

POLÎTÎKAYA TALANÊ

AKP a êdî ji gund û navçeyên derve cerdevanan wezîfedar dike, polîtîkaya kadrobûnê ya ji bo saziyên cemaweriyê jî didome. Sînan Aslan ê li navçeya Îpekyolû ya Wanê weke xespkar li ser kar e, wê ji bo şaredariyê personelan bigire. Aslan, xwişka Alîkarê Serokê Şaredariya AKP’ê Saît Êakirtaş, dîsa kurê alîkar serok Bîrol Dûman, kekê Midûrê Karê Nivîsê Ceren Arat ji bo personeliya şaredariyê girtiye kar. Sînan Aslan ên ji bo navçeya Develî ya Kayseriyê weke qeyûm hate erkdarkirin, xwarziyê Parlementerê AKP’î Îrfan Kartal û ji bo mehmûriya cemaweriyê kurê xwe yê 18 salî xist nava kar.