Şêniyên Mexmûrê: Me bi berxwedanê dest pê kir, em ê her li ber xwe bidin

"Em bang li gelê Kurd dikin ku xwedî li rûmet û kerameta xwe derkevin. Gelê Mexmûrê bi berxwedanê destpê kiriye, em ê li ber xwe bidin. Çiqas êriş pêk bên, çiqas li ser me lihevkirin bibin, em li gel Rêbertiya xwe ne, bi têkoşîna xwe re li ber xwe bidin."

Piştî êrişa dewleta Tirk a li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, şêniyên wargehê berê xwe dan cihê bûyerê û li qadê helwesta xwe nîşan da.

Endamê Meclîsa Gel Elî Urek li vir daxuyaniyek da û di serî de dewleta Tirk a dagirker, hevkarên wê û kesên destê wan di êrişan de hene şermezar kir.

Urek bi bîr xist ku danê sibehê dewleta Tirk bi balafirên şer êrişî wargeha Mexmûrê kir û got, "Bombe li nava wargehê li malên sivîlan barandin. Di êrişê de zirarên canî pêk nehatiye."

Endamê Meclîsa Gel Urek bal kişand ser êrişên li ser Mexmûr û Şengalê û destnîşan kir ku êriş di çarçoveya konseptek ê de pêk hatiye û got, "Armanca esasî ya dewleta Tirk wargeha me ya sivîl a Mexmûrê ye."

'ARMANC BELAVKIRINA WARGEHÊ YE'

Urek wiha domand: "Ev hefteyeke li ser esmanên wargeha me, balafirên keşfê yên bêmirov û biçek-bêçek (SÎHA-ÎHA) bênavber difirin. Di rewşek wiha de çima Iraq û hêzên hevpeyman ên ji esmanê herêmê berpirsin vê nabînin û li ber vê tiştek nakin. Dema em li rewşê dinêrin, bêdengî û hevkariyek heye. Armanca van êrişan aliyek tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd û li aliyê din jî gelê Kurd û welatparêzan ji doza wan kirine. Bi êrişa li ser wargehê re armanc belavkirina gel e.

'DEWLETA TIRK DIXWAZE ÊRIŞÊN DEMA DAÎŞ’Ê NÎVÇO MANE BI RENGÊN DIN TEMAM BIKE'

Bila her kes bizane ku ev gel ji bo azadî, doz û aştiyê li vir e. Dewleta Tirk dixwaze êrişên xwe yên dema DAÎŞ’ê li Mexmûr û Şengalê nîvço mayî bi rengên din bidin domandin. Dema ku doh balafiran bombe li gundê Şengalê barand, me zanî ku wê li me jî  bidin.

'ERKÊN XWE PÊK BÎNIN'

Em bang li hemû cihên peywendîdar dikin ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Nebin hevkarên dewleta Tirk a faşîst. 

'ME BI BERXWEDANÊ DESTPÊ KIR, EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Em bang li gelê Kurd dikin ku xwedî li rûmet û kerameta xwe derkevin. Gelê Mexmûrê me bi berxwedanê destpê kiriye, em ê li ber xwe bidin. Çiqas êriş pêk bên, çiqas li ser me lihevkirin bibin, em li gel Rêbertiya xwe ne, bi têkoşîna xwe re li ber xwe bidin."

Daxuyanî bi dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Berxwedan Jiyan e’ dawî bû.