Şandeyek ji Iraqê serdana cihê bûyerê kir

Piştî bi saetan ji êrişa li ser Mexmûrê derbas bû, şandeyek girêdayî Hikumeta Iraqê serdana cihê êrişa SÎHA’yê kir û bêyî ku daxuyaniyekê bide vegeriya.

Îro di saet 08:20’an de balafirên bêmirov û bi çek (SÎHA) yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bombe li malên sivîlên Wargeha Penaberan a Şehîda Rustem Cûdî (Mexmûr) barand.

Piştî bi saetan ji êrişa li ser Mexmûrê derbas bû, şandeyek girêdayî Hikumeta Iraqê bi armanca lêkolînê bike serdana cihê êrişa SÎHA’yê ki.

Şande piştî lêkolînê bêyî ku daxuyaniyekê bide vegeriyan cihên xwe.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku ew çendîn care ku piştî êrişên li ser Mexmûrê şandeyên Iraqê tên cihê bûyerê, lêkolîn dikin; lê heya niha ne helwestekê ber biçav nîşan dane û ne jî karîne pêşiya êrişên dewleta Tirk ya li ser şêniyên sivîl ên Mexmûrê bigre.