Li Amedê sê kes hatin girtin
Li navçeya Karaz a Amedê ji kesên ku hatibûn destgîrkirin 3 kes hatin girtin
Li navçeya Karaz a Amedê ji kesên ku hatibûn destgîrkirin 3 kes hatin girtin
Salîn Narîn, Fatma Narîn, Ubeydullah Narîn, Veysî Narîn, Hatûn Dagdtaş, Azad Dagtaş û 2 kesên ku navê wan diyar nebûyî 26'ê Tebaxê li Taxa Hewrê ya navçeya Karaz a Amedê bi çarçoweya operasyonên qirkirina siyasî ji hêla leşkerên Tirk ve hatibûn destgîrkirin.
Ji kesên ku hatin destgîrkirin Veysî Narîn, Fatma Narîn û Hatûn Dagtaş ku derxistin dadgehê hatin girtin.
Azad Dagdaş û kesekî ku navê wî diyar nebûyî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Her wiha Ubeydulah Narîn û Salîha Narîn 31'ê Tebaxê hatibûn berdan.