Cenazeya gerîlaya YJA Starê Uzum da malbatê

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Dîcle Uzum a li Colemêrgê şehîd bûbû, dan malbatê.

Cenazeyê endama YJA Starê Dîcle Uzum a di 26’ê Tîrmehê de, li herêma Meydanbelek a girêdayî Colemêrgê, di êrîşa bombebarana balafirên şer de jiyana xwe ji dest da bû, teslîmî malbata wê hat kirin.

Malbata di 27’ê Tîrmehê de hatibû Colemêrgê û ji bo cenazeyê keça xwe bigire, testa DNA’yê da bû. Malbatê piştî lihevhatina testê, duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê da.

Malbatê, cenazeyê keça xwe girtin û birin Êlihê. Malbatê, da zanîn ku cenazeyê keça xwe bi awayekê parçekirî teslîm girtiye. 

Di dîroka Uzum jiyana xwe ji dest da de, hatibû diyarkirin ku endama YJA Starê Gulgeş Tatli birîndar bûye û bi birîndarî hatiye destgîrkirin. Derbarê aqûbeta Tatli, heya niha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.