Malbata Şenyaşar: Hûn ê hesabê komkujiyê bidin!

Malbata Şenyaşar got, "Bi xwespartina li qralê dest dilerize, hûn tenê dikarin pêvajoyê dirêj bikin. Hûn ê hesabê komkujiyê bidin."

Emîne Şenyaşar a ku hevser û 2 kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, 179 roj in nobedê digire.

Malbatê dowîzên bi nivîsa "Bila edalet bi cih bê, zilm biqede", "Ji bo zarokên min ên hatin qetilkirin edaletê dixwazim, ji bo her kesî edaletê dixwazim" hilda.

Li ser hesabê medya dîjîtal ê malbatê ev daxuyanî hate dayin:

"Hûn dikarin sûcên xwe yên di nava tarîtiyê de kirine binixumînin. Hûn ê hesabê komkujiya ku li nexweşxaneya dewletê kirine li pêşiya dadgeriyê bidin. Bi xwespartina li qralê dest dilerize hûn tenê dikarin pêvajoyê dirêj bikin. Têkoşîna me ya ji bo edaletê ya li ber deriyê edliyeyê di roja 179'an de ye."