Dewleta Tirk li Berwarî Bala çekên kîmyewî bi kar anî
Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker di bombebarana li ser herêma Berwarî Bala ya Duhokê de çekên kîmyewî bi kar aniye.
Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker di bombebarana li ser herêma Berwarî Bala ya Duhokê de çekên kîmyewî bi kar aniye.
Li gorî nûçeya Rojnewsê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Berwarî Bala ya Dihokê bombebaran kir. Li gorî agahiyan gaza kîmyawî hatiye bikaranîn.
Hatiye ragihandin ku ji gundê Hirûrê 3 kes ji ber gaza kîmyawî ya bombebaranê jehrî bûne.
Li gorî agahiyan bêhna wan teng bûye, çavê wan sor bûye û ev kes rakirine nexweşxaneyê.