Li Werxelê 5 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper jî hatin rûxandin

Gerîlayên HPG/YJA Star li qada Werxelê ya Avaşîn li leşkerên Tirk ên dagirker dan. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 5 dagirker hatine cezakirin, 2 çeper jî hatine rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla êrîşên dagirkeriyê ya Tirk daxuyaniyek da.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorosan a li Avaşîn de;

3’YÊ Îlonê saet 08:50’î li qontarên Werxelê yekîneyeke ya artêşa Tirk a dagirer veşartî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kontorlkirin, ji du baskan ve li wan dan. Baskê yekem ê çalakiya gerîlayan a bi kordîneyî, ji nêzîk ve li 2 çeperên 5 dagirker li nav bûn, da. Li vir 5 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin. Baskê duyemîn jî; li dagikerên li derdor li bin daran bûn, ji nêzîk ve li wan dan. Di vê çalakiyê de têkildarî hejmara zelal a dagirkerên hatin cezakirin agahiyên zelal nehatin girtin.

Di encama vê çalakiya serketî û kordîneyî ya Berxwedêrên Werxelê lidar xist de, bi kêmanî 5 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin.

Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşîn;

3’yê Îlonê saet navbera 17:30-03:30’î, artêşa Tirk a dagirker Qada Berxwedanê ya Werxelê  bi 14 caran bi teqemenî, gaza jehrî, çekên giran bombe kir. Di encama çalakiya serketî ya Berxwedêrên Werxelê de, artêşa TC a derbên giran xwarin û nekarîn bikevin Qadên Berxwedanê, sûcê şer kir, bi domdarî gaza jehrî bikar tîne. Tevî hemû êrîşên dagirekeran jî, berxwedana dîrokî ya hêzên me didomin.

Li ser Qadên Berxwedanê tevgerekî zêde ya dron û balafirên keşfê hene.

2’yê Îlonê saet navbera 00:40-01:30’î helîkopter li deverên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman ên herêma Avaşîn geriyane.

3’yê Îlonê saet navbera 09:20-09:25’an derdora gundê Rêdinê ya Garê ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin. Şewata ji ber bomberdûmanê derketibû hê jî didome.

3’yê Îlonê saet 12:50’î qontara Girê Çarçela ya Metîna bi balafirên şer hatiye bombekirin.”