Li Midyada Mêrdînê qezaya kar: Karkerek mir
Li Midyada Mêrdînê karkerê ku ket valahiya ji bo asansorê jiyana xwe ji dest da.
Li Midyada Mêrdînê karkerê ku ket valahiya ji bo asansorê jiyana xwe ji dest da.
Li avahiyeke li ser rêya Zeynel Abîdîn Erdem a Taxa Bahçelîevler a Midyada Mêrdînê karkerê bi navê Mûrat Akturk ket valahiya ji bo asansorê. Tîmên tendirustiyê yên ku hatin avahiyê diyar kirin ku Akturk jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Akturk birin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.