Li 10 cihên Bestayê agir bi daristanê ket

Li herêma Besta ya Şirnexê agir bi 10 qadên daristanî ket. Şewata ku nayê vemirandin li qadeke fireh belav dibe.

Li herêma Besta ya Şirnexê, talankirina daran ku bi destê cerdevanan tê kirin, dewam dike. Li aliyê din şewata li daristanan jî bênavber dewam dike.

Şewata ku beriya 4 rojan li qada Girêbestkê ya Bestayê rû da, hîn jî nehatiye vemirandin. Pêr jî li qadên Mehûjik, Genîferşik, Gundikê Mîrzo, Quntarê Mendêcelê û Şehîdgeha Bestayê agir bi daristanê ket. Şewata li her 6 qadan dewam dike. Doh jî li qadên Aw Dehlê, Lana Gêtgê, Xaya Sîm, Gêrê Beraza jî agir bi daristanê ket.

Bi hinceta 'herêma qedexekirî' destûr nayê dayin ku şewat bê vemirandin. Hate ragihandin ku şewatê piştî operasyona leşkerî rû daye. Şewata ku nayê vemirandin her roj li qadeke cuda belav dibe.