'Dewleta Tirk bombe li zarokan barand'

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), welatiyên ku SÎHA’yan bombe li malên wan barandin axivîn û gotin: "Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li zarokan barandin."

Şêniyên Mexmûrê ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk bombe li malên wan barandin, nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin: “Dewleta Tirk bombe li malên sivîl û zarokan barandin.”

Zozan: Danê sibehê êrişî me kirin. Di êrişê de weke hûn jî dibînin ev cihê ku dayik li ber zaroka xwe bûn, hemû camên şibake bi ser wan de hatine. Di êrişê de dema dayik zaroka xwe ji landikê derdixe êriş li ber malê pêk tê û dayik birîndar dibe.

Heta kengê wê ev zilm li ser me bê kirin. Li odeya din ku zarok lê raketîbû, jî heman rewş hebû. A girîng zarok pêçabûn, dibe ku ew jî ji ber parçeyên çamên şibakê birîndar bibûna.

Hemû şibakeyên malê şikestine. Ev mala sivîlan e. Dewleta Tirk bi hincetên vala gelê sivîl bombe dike. Bombe li zarokan barandine.

Niyazî: Bombe li sivîlan barandin. Bi qasî 50 metre li jêr avahiyê me dane. Ji ber êrişê camên şibakeyên malên me şikestine. Êriş saet derdorî 08:20 deqeyan pêk hatiye. Em raketî bûn, ji ber êrişê camên şibakeyê yên şikestin hemû bi ser me de hatin xwarê. 

Dewleta Tirk a faşîst bombeyan li zarokan dibarînin. Bombe li sivîlan dibarîne. Ev yek li kîjan devera cîhanê pêk hatiye. Tu kes dengê xwe dernaxe. Divê hikûmeta Iraq û Neteweyên Yekbûyî (NY) û herkes li ber vê yekê rabe. Em sivîl in. Me tiştek bi kesê nekiriye. Kampek sivîl, zarok, jin û kalemêr in, lê dîsa jî tê li me didin. Em li dijî vê ne, vê qebûl nakin.