Hevserokê PADÊ ji bo hilbijartinê bang li Êzidiyan kir: Dengê xwe bidin xwe

Hevserokê PADÊ Emer Saleh: “Divê gelê me hêz û vîna xwe bi dengê xwe diyar bike û bi vî rengî nehêle ku yên bûne sedema fermanê careke din nikaribin li Şengalê vegerin.”

Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Emer Saleh li Radyoya Dengê Çira Şengalê êrişên li ser Şengalê û hilbijartinên pêşwext ên Iraqê nirxand.

Emer Saleh di destpêkê de bal kişand ser hilbijartinên giştî yên Iraqê ku tê payin 10’ê Cotmehê pêk were û anî ziman ku weke PADÊ ew ji xwe bawer in di hilbijartinê de serketineke girîng bi dest bixin. Emer Saleh got, “Ev sê qonax derbas bûn, ew kesên çûn parlamentê ji bo vî gelî tiştek nekirin. Em dixwazin salên bê xizmeteke baş ji gelê xwe re bikin. Ji aliyê xizmetguzarî, tenduristî û sîtema xwendinê ve pêwîstiya gelê me bi xizmetguzariyê heye. Bi hezaran ciwanên me dibistan qedandine lê niha bêkar in, li malê rûniştî ne. Yek ji armancên me ew e ku derfetên kar ji ciwanan re peyda bikin ku ew jî karibin xizmetê ji civaka xwe re bikin.”

Hevserokê PADÊ bi bîr xist ku dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi navê Êzidiyan hin kes li parlamentê hebûn, lê belê bêdeng man û rojekê li halê xelkê Şengalê nepirsîn.

Emer Saleh anî ziman ku civaka Êzidî êdî kesên ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî kar dikin nas dike, di nava xwe de venahewîne û got, “Kes nikare êdî fêlan li vî gelî bike. Her kes pê zane bê kî bi navê Êzidiyan bi pey berjewendiyên xwe yên şexsî ketiye.”

Emer Saleh bi dewamî anî ziman ku niha xeterî li ser civaka Êzidî heye, birînên fermanê hînê nehatine pêçandin, kes xwedî li hestiyên zarokên wan dernakeve û tenê rêxistiniya wan xwedî li vî gelî derdikeve.

Hevserokê PADÊ diyar kir ku kesên Şengal firotine niha dixwazin bi rêya hilbijartinê careke din xwe bikin xwediyê Şengalê, lewma ew vê hilbijartinê ji bo xwe weke man û nemanê dibînin û got, “Êdî gelê me nikare di bin desthilatdariya wan de bimîne. Divê gelê me hêz û vîna xwe bi dengê xwe diyar bike û bi vî rengî nehêle ku yên bûne sedema fermanê careke din nikaribin li Şengalê vegerin.”

Têkildarî pîlanên dewleta Tirk, PDK û Iraqê yên li ser Şengalê jî Hevserokê PADÊ Emer Saleh ev nirxandin kir: “Niha Iraq, PDK û Tirkiye planan li ser Şengalê dikin. Naxwazin raya giştî ji rewşa Şengalê haydar be. Ji ber van sedeman jî serdana Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a ji b Şengalê asteng kirin. Wisa jê re diyar kirin ku Şengal ne ewle ye, ku bi vî rengî bernameya Macron a ji bo serdana Şengalê betal kirin. Her wiha dema Kazimî li Şengalê bû êriş kirin. Ev êrişên li ser Şengalê tên kirin, Iraq jê berpirsyar e, ku ji bo belavkirina rêxistiniya Êzidiyan e.”

Di dawiya axaftina xwe de Hevserokê PADÊ careke din girîngiya hilbijartinê bi bîr xist û got, “Pêwîste gelê me li dengê xwe xwedî derkeve. Nekeve bin bandora aliyên din ên siyasî. Bila gelê me dengê xwe nefiroşe. Ji ber ku deng rûmeta mirovan e.”

Hevserokê PADÊ Emer Saleh diyar kir ku di hilbijartinên Iraqê de namzetê wan Semîr Derwêş e û bang li hemû partî û hêzên cuda yên Êzidiyan kir ku ji bo serketina Semîr Derwêş bixebitin û ji gel jî xwest ku dengê xwe bide namzetê partiya xwe.