Dayikên Şemiyê: Heta edalet pêk bê em ê tê bikoşin!

Dayikên Şemiyê pirsa aqûbeta Kenan Bîlgîn kir û got: “Heta edalet pêk bê, em ê têkoşînê bikin.”

Dayikên Şemiyê, di hefteya 858'an de çalakiya xwe ya ji bo dîtina aqûbeta xizmên xwe û cezakirina faîlên wan ji ber vîrûsa koronayê bi awayekî online lidar xistin.

Di vê hefteyê de aqûbeta Kenan Bîlgîn (35) ku di 12'ê Îlona 1994'an de li Dîkmena Enqerê ji aliyê polisan ve ji rawestgeha otobusan hatibû revandin û dema destgîrkirî hatibû windakirin hate pirsîn. Di çalakiyê de şahidên destgîrkirina Bilgîn Saît Çoban û Ozer Akdenîz ku di heman rojê de hatibûn destgîrkirin û polîsan biribû heman navendê axivîn û gotin ku Bilgîn bi dengekî bilind gotiye ku beyî ku qeyda wî bikin destgîrkirine û wê wî bikujin.

Li ser navê malbata Bîlgîn jî xwişka Bîlgîn Naciye Bîlgîn Okdemîr axivî û diyar kir ku 27 sal in bi hesreta kekê xwe dijî û wiha got: "Em her roj li benda hatina wî ne. Dema ku navê 12'ê Îlonê tê gotin timik êş, hesret û windabûn tê hişê mirov. Ez qet naxwazim vê dîrokê bibîr bînin. Dayika min heta mirinê jî digot Kenan. Dayika timik di wê hêviyê de bû wê rojek kurê wê bê. Beriya mirina xwe bi rojan timik digot Kenan. Kekê bi hovîtî qetil kirin. Bi milyonan kesî mîna Kenan qetil kirin. Lê em ê dev ji vê dozê bernedin. Wê teqez edalet cihê xwe bibîne. Ez ê li malê rûnenim û şîna te negirim, ez ê li pey vê têkoşînê biçim."

Piştî xwişka Kenan daxuyaniya hefteyê ji aliyê Mirovê Şemiyê Ummuhan Kaya ve hat xwendin. Kaya, di daxuyaniyê de diyar kir ku 11 şahidan îfade daye dozgeriyê ku êşkence li Bîlgîn hatiye kirin û li hemû hewldanên Komeleya Mafê Mirovan û parêzeran jî tu encam nehatiye girtin. Kaya, got ku doza Bîlgîn çûye Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Tirkiye hatiye mehkûmkirin.