Perwedekarê Ma Muzîkê Guçmen hate destgîrkirin
Perwerdekar û muzîsyenê Ma Muzîkê Neşet Guçmen di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hate destgîrkirin.
Perwerdekar û muzîsyenê Ma Muzîkê Neşet Guçmen di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hate destgîrkirin.
Muzîsyen Neşet Guçmen ku li Amedê mamostetiyê ji Ma Muzîkê re dike, di serdegirtina mala xwe de hate destgîrkirin.
Guçmen di çarçoveya lêpirsîna 'nepen' a Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de hate destgîrkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Amedê.
Hate ragihandin ku wê Guçmen bişînin Rihayê.