JIN
Hemû Nûçe
-
Li Stûttgartê ji Îmraliyê re qert hatin şandin
Bi pêşengiya Komuna Jinan a Meryem jin beşdarî kampanyaya “Ji Îmraliyê re 100 hezar kartpostal” bûn. di çalakiyê de wiha hat gotin: “Azadiya Rêbertî azadiya jin û gelan e.” -
Jinan li NRW’ê ji bo meşa dîrokî ya Kolnê seferber bûn
YJK-E'yê ku li gelek bajarên eyaleta NRW'ê standên agahdarkirinê vekirine û bi komên ava kirine serdana malbatan dikin, banga beşdarbûna seferberiyê ya meşa Kolnê li her kesî kir. -
Li Reqayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan konferansa jinan destpê kir
Li Reqayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansa jinan destpê kir. -
Li Berlînê jinên Kurd banga mezinkirina têkoşînê kirin
Jinên Kurd li lokala NCKD’ê hatin ba hev û gotin: “Em ê bi hev re tecrîdê parçe bikin û pêşî li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vekin.” -
'Jin a hilberîner û rêxistinkirî jin a herî bedew e'
Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû işaret bi girîngiya nîqaşên li ser etîk û estetîkê kir û got, "Ji wê derê divê em polîtîkayan hilberînin, têkoşîna rêxistinbûyî bimeşînin, xwe biparêzin. Bi dîtina min jin a herî bedew ev e." -
Çawişekî pispor li Xarpêtê bi çekê jinek qetil kir
Çawişê pispor ê bi navê M.C. li Xarpêtê bi çekê Bûrcû Demîr qetil kir. -
Li Romayê wê konferansa ‘Azadiya Jinê û Abdullah Ocalan’ bê lidarxistin
Li paytexta Îtalya Romayê wê konferansa ‘Azadiya Jinê û Abdullah Ocalan’ bê lidarxistin. -
Erdheja 6’ê Sibatê: KJK’ê bang li gelan kir ku hilweşînê veguherînin ji nû ve avakirinê
KJK’ê bi wesîleya salvegera 1’emîn a erdheja 6’ê Sibatê daxuyanî da û ji bo qurbaniyan ji hemû gelan re sersaxî xwest. KJK’ê got: “Em bang li gelên Kurd, Tirk û Ereb dikin ku hilweşîna ji ber erdhejê veguherînin ji nû ve avakirinê.” -
Cîhana ku jinên YPJ'yî pêşkêş dikin
Sekna bi biryar, hewldana veguherîna civakî û îdîaya YPJ'ê nîşan dide ku paşerojeke hurmetdar a ji bo rûmeta mirovahiyê dikare bê afirandin. -
Jinan hesab ji berpirsyarên erdhejê pirsîn
Jin di salvegera erdhejên 6'ê Sibatê de daketin qadan û gotin "Jin ji bîr nakin, efû nakin, hesab dipirsin." -
Li Elmanyayê nêzî 17 hezar zarokên keç di bin rîska sinetkirinê de ne
Li gorî Terre des Femmes, niha li Elmanyayê zêdetirî 100 hezar zarokên keç û jinên bi sinetkirî hene û zêdetirî 17 hezar zarokên keç li Elmanyayê di bin rîskê de ne. -
'Jin efû nakin, dê hesabê bipirsin'
Jin Bi Hevre Bi Hêz in bi boneya salvegera erdheja 6’ê Sibatê meşiyan û gotin: “Li herêmên erdhejê tundiya mêr zêde dibe û gotin: “Jin efû nakin, dê hesabê bipirsin." -
'Dewletê hewl da ku erdhejê jî veguherîne fersendekê'
Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide erdhejê jî veguherîne fersendekê û bal kişand ser girîngiya piştgiriya civakî. -
Li Kampa Holê Îdo Xorto hat rizgarkirin
YPJ’ê di operasyona li Kampa Holê dewam dike de, jineke Êzidî rizgar kir. -
'Êdî wê ti hêz nekare bi qedera jinên Êzidî bileyîze'
Endamên Koordînasyona TAJÊ diyar kirin ku konferansa li Parlamenta Ewropayê bersiveke xurt da dijmin û gotin, "Êdî wê ti hêz nekare bi qedera civaka Êzidî, bi taybetî jinên Êzidî bileyîze." -
Viyan Soran li Şengalê hate bîranîn
Li Komelgeha Dugirê ya Şengalê bi pêşengiya TAJÊ şoreşger Viyan Soran hate bîranîn. -
Viyan Soran hat bîranîn: Bû sembola îrade û berxwedanê
Ji fermandarên YJA Starê şehîd Viyan Soran li Cizîrê hat bîranîn. -
MKG: 9 rojnamevanên jin girtî ne
MGK’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafên rojnamevanên jin eşkere kir û diyar kir ku 9 rojnamevanên jin girtî ne. -
Kongra Star: Em ê li dijî êrîşan her tim li qadan bin
Kongra Star bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk dakevin qadan û got: “Em ê li pey şopa şehîdên xwe bin heya ku serkeftin mîsoger bibe.” -
'Li ber çavên cîhanê jin tên qirkirin'
Samîra Sharîfî ya ku neçar ma ji Efganistanê bireve, got: “Sibehekê jinek ji ber ku qebûl nekiriye bibe jina sêyem a zilamê ku bi zorê pê re hatiye zewicandin wê were şewitandin. Îstîsmara giran a li ser jinan pirsgirêka hemû cîhanê ye.” -
KJK: Em mîtînga Kolnê ya 17'ê Sibatê veguherînin rojeke dîrokî!
Koordînasyona KJK'ê got, "Em bi îdîa ne. Em bi biryar in ku îsal bikin salek ku ji aliyê fîzîkî ve xwe bigihînin Rêber Apo." Ji bo mîtînga mezin a li Kolnê jî bang kir ku 'wê rojê veguherînin rojeke dîrokî'. -
'Rêber Apo lêgerîna me ya azadiyê xurt dike'
Gerîlayên YJA Starê destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan çavkaniya herî mezin a sûdwergirtinê ye û gotin, "Em hêz û manewiyata xwe ji Rêberê xwe werdigirin." -
SKB: Ji bo piştgiriya jinên girtî em di greva birçîbûnê de ne
Yekîtiya Jinên Sosyalîst ragihand ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya jinên girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê wê li 4 welatên Ewropayê ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê bikin. -
Hejmara Sibatê ya Newaya Jin hate weşandin
Newaya Jin bi manşeta 'Li Îmraliyê dem li ser azadiyê hatiye eyarkirin' hate weşandin. Ji têkoşîna li dijî komploya navneteweyî heta bi bûyerên rojane gelek mijar hatin nirxandin. -
Encamên civîna salê ya Meclîsa Kongra Star
Meclîsa Kongra Star a Rojava encam û biryarên civîna xwe ya salane bi daxuyaniyekê eşkere kir.