Li Arjantîn, Şîlî û Ûrûgayê pêla hewayê ya herî sar: 15 kes mirin

Pêla hewayê ya herî sar a li Arjantîn, Şîlî û Ûrûgayê, bû sedem ku herî 15 kes jiyana xwe ji dest bidin.

Hewayê cemserê ya ji Antartîkayê hat, li sê welatên Emerîkaya Başûr bi bandor bû. Pileya hewayê li van herêman ket bin  0°C’ê. Hikûmetan ji bo tedarîka gazê û planên lezgîn ên xwespartinê, zehmetî kişand. Li Arjantînê, li gorî saziya civakî ya sivîl a bi navê “Proyecto 7”, vê zivistanê herî kêm 9 kesên bêmal ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.

Li Buenos Aires’ê roja çarşemê pileya hewayê daket -1,9°C’ê. Ev rewş bû asta herî ketî ya 34 salên dawî.

Li hin herêman bi hezaran kes zêdeyî 24 saetan bêelektrîk man.

Li herêmên din ên Arjantînê, mîna Miramar (Ya 450 km ji Buenos Aires dûr), plajên li peravê Atlantîkê bi berfê hate pêçan. Li bajarokê biçûk ê Patagonyayê Maquinchao’yê roja sêşemê hewa bû -18°C.

LI ÛRÛGAYÊ HIŞYARIYA ALARMA SOR

Li Ûrugayê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li seranserî welêt hişyariya “alarma sor” hate ragihandin. Bi vî rengî hikûmetê kesên bêmal veguhezt navendên xwespartinê.

Li Montevideo’yê di 30’ê Hezîranê de hewa heya 5,8 °C'ê ket û li gorî meteorolog Marîo Bidegain, ev ji sala 1967’an ve germahiya herî ketî ye.

LI ŞÎLIYÊ JI BO KESÊN BÊMAL PLAN KETIN MERIYETÊ

Li Şîliyê di rojên herî sar de ji bo kesên bêmal planên ji bo cihên xwespartinê ketin meriyetê. Li gorî îdareya meteorolojiya Şîliyê, li bajarê Chillan ê 400 kîlometre li başûrê Santiagoyê, -9,3 °C hate qeydkirin. Li hin herêmên Çola Atacama ku çola herî hişk a cîhanê ye, ev 10 sal in cara ewilî berf bariya.

Tê payîn ku rewşa li herêmê di rojên pêşiya me de sererast bibe.