JIN
Hemû Nûçe
-
Li Marsîlya û Frankfûrtê jin li dijî şîdetê daketin qadan
Zozan Serhed destnîşan kir ku bi hezaran jinên ku li çiyayên azad in ji bo wan, pêşengê têkoşînê ne û got: “Çawa ku em li pey şopa van jinan meşiyan û me Şengal û Rojava rizgar kir, em ê ji bo hemû jinên cîhanê jî têkoşînê mezin bikin.” -
Li Silêmaniyê ji bo mêran semînera Jineolojiyê hat lidarxistin
Li bajarê Silêmaniyê ji aliyê Akademiya Jineolojiyê û RJAK’ê ve ji bo mêran semînerek hat lidarxistin. -
Li Stenbol û Tekîrdagê li faşîstan hate xistin
Înisîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir li Stenbol û Tekîrdagê li dijî faşîstan çalakî kirine. -
'Wê ji vê rêyê veger tune be'
Nazîle Afkhamî diyar kir ku serhildana li Îranê ku di meha xwe ya 2’yemîn de ye û got, “Piştî vê demê êdî veger nîne. Armancek heye û ji bo vê armancê gavên xurt tên avêtin. Jinên Kurd mohra xwe wisa li dîrokê xistin ku wê tu carî nayên jibîrkirin.” -
Girtî xistin hewşika bêhnstendinê û alavên wan desteser kirin
Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji bo ku li ber xwe nedin jinên li qawîşa mehkûman û girtiyan, di hewşa bêhnstendinê de girtin û hemû malzemeyên wan ên paqijiyê desteser kirin. -
Heqîqeta Rêber Apo
Rêber Apo mîna ku hesabê kiryarên bi serê hevalên xwe yên keç, xwişkên xwe yên di zarokatiyê de bipirse, berê xwe da azadiya jinê. Her ku ber bi azadiya jinê ve meşiya, jinan jî berê xwe dan Rêber Apo. -
Meclîsa Jinan a HDK‘ê: Li dijî tundiya dewleta mêr em ê terka kolanan nekin
Meclîsa Jinan a HDK’ê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, li Kadikoyê daxuyanî da û got: “Me li dijî desthilatdarên ku ji bo mayîndetiya xwe her cure tundî, nehiqûqî, derew û hilweşînê rewa dibînin, me terka kolanan nekiriye û nakin.“ -
Jin li sê bajaran ji bo 25’ê Mijdarê hatin ba hev
Platforma Jinan a Edeneyê û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bernameya çalakiyan xwe eşkere kir. Li Rihayê jî jinan dest bi çalakiyan kirin. -
Li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê destpê kirin
Platforma Jinan a Dicle Amedê û Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê bi şandina qertên ji jinên girtî dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kirin. -
Serhad: Partiya me garantora têkoşîna azadiya jinê ye
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad got, "Partiya me garantora têkoşîna azadiya jinê ye. Ji bo jiyaneke bi rûmet, ji bo azadiyê divê jin xwe ji dayina berdêlan venegirin." -
Rûsya welatekî welê ye ku lêdan jî ji tundiyê nayê hesibandin
Li gorî rêxistinên jinan li Rûsyayê her 40 deqeyî carekê jinek tê kuştin. Desthilatdariya mêr ku dixwaze tundî mîna amûrekê li ber dest bimîne, li gel delîlên tibî jî nahêle ku jin dozê veke, jinê sûcdar dike. -
Polîsan bi ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê de girt
Polîsan girt bi ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê de ku li Kadikoyê ye û Berdevka Giştî ya SKM’ê Çîçek Otlû jî di nav de gelek jin bi êşkence destgîr kirin. -
TAJÊ: Em ê qêrîna xwe ya azadiyê bidomînin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em ê qêrîna xwe ya azadiyê bi dirûşmeya ‘Jin, jinyan, azadî‘ bidomînin, parastina xwe ya cewherî pêş bixin û rê li ber fermanên nû bigirin“ -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan jin kom bûn. -
Jinên Kurd ên li Elmanyayê ji bo 25'ê Mijdarê dadikevin qadan
Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) ragihand, ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê wê li gelek bajaran jin dakevin qadan. -
Jiyan Reşît: PKK ji bo jinan bû bersiv
Ji fermandarên YJA Starê Jiyan Reşît destnîşan kir ku PKK ji bo jinên Kurd bersiva bêhempa ya li pirsa 'Divê çawa bê jiyîn' e. -
TJK-E: Di 25’ê Mijdarê de em ê li qadan bin
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo çalakiyên di 25’ê Mijdarê de wê li gelek bajar û welatên Ewropayê were kirin, banga tevlêbûnê kir. -
RJAK’ê plansaziya xwe ya ji bo 25’ê Mijdarê ragihand
Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniyeke nivîskî bernameya xwe ya çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê eşkere kir. -
TAJÊ encamnameya 2’emîn Kongreya xwe eşkere kir
TAJÊ encamnameya 2’emîn Kongreya xwe ku di 13’ê Mijdarê roja rizgarkirina Şengalê ya ji çeteyên DAÎŞ’ê de bi dirûşmeya ‘Em ê xwe ji fermanan biparêzin, azadiya jin û civakê mîsoger bikin’ li dar xistibû eşkere kir. -
Divê têkiliya ‘jin, jiyan, azadî’ ya bi Abdullah Ocalan re were dîtin
Derhênera Îtalî Benedetta Argentieri diyar kir nakokiyeke mezin e ku dirûşma "Jin jiyan azadî" bi Abdullah Ocalan re nayê dîtin û got, "Ji ber vê yekê divê her kesê ku doza jiyana azad dike, tiştên li Îmraliyê û li çiyayên Kurdistanê diqewimin, bibîne." -
Li Silopiyayê jinan tevî astengiya polîsan jî çalakî li dar xist
Jinan li navçeya Silopiya ya Şirnexê “Çalakiya Binevşî” li dar xist. Çalakî rastî astengiya polîsan hat û jinan bi meşekê astengiya polîsan protesto kir. -
Jinên TJA'yê li Rihayê bang kirin: Berxwedanê mezin bikin
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li Rihayê daxuyaniyek da û ji bo mezinkirina berxwedanê bang kir. -
TJA di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de bi jinan re civiya
TJA di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li Hezexê bi jinan re civiya û li Edeneyê derbarê çalakiyan de daxuyanî da. -
Jinên leheng ên gelê çiyayî
Zarokên Kurd ji bo berxwedana dayikan di lawijî de nemîne şer dikin. Jinên Kurd ji bo silavkirina dayikên Taybet û Aqîde li çiyê li ber xwe didin. Loma jî jinên Kurd ne mexdûr in. -
Jinên HDP'yî li dijî tundiya mêr-dewletê meşiyan
Meclîsa Jinan a HDP’ê, li Îzmîrê starta 25’ê Mijdarê da û got: “Çiqas êrîşên desthilatdariya mêr zêdetir bibin, em ê ewqasî li ber xwe bidin û têbikoşin. Em ji tundiya mêr-dewletê re dibêjin 'no pasaran'."