Jinên leheng ên gelê çiyayî
Zarokên Kurd ji bo berxwedana dayikan di lawijî de nemîne şer dikin. Jinên Kurd ji bo silavkirina dayikên Taybet û Aqîde li çiyê li ber xwe didin. Loma jî jinên Kurd ne mexdûr in.
Zarokên Kurd ji bo berxwedana dayikan di lawijî de nemîne şer dikin. Jinên Kurd ji bo silavkirina dayikên Taybet û Aqîde li çiyê li ber xwe didin. Loma jî jinên Kurd ne mexdûr in.
Her mirovek dişibe erdnîgariya xwe. Bi rengê axa xwe mezin dibe. Jiyana xwe bi herikîna avê ya li welatê xwe re diherikîne. Bi taybetî jî eger erdnîgariyeke tijî şer be, mîna Sarayan jiyana wan jî her tim di nava têkoşînek dijwar de dibe. Şerekî wiha ye ku heta dawiyê mafdar e, heta dawiyê berxwedêr e…
Weke em her tim dibêjin, di navbera jin û axê de têkiliyeke pir mezin heye. Ji ber ku ax jiyan e, ax dayik e, vejîn e, afirîner e. Ji ber vê yekê ger jin ji axa ku lê dijîn bên derxistin, wê serî hildin; ev serhildan carna bi lawijî, carna bi girî û carna jî bi şer tê ziman Lê di tevahiya jiyana xwe de behsa wê serhildanê dike û bi demê re ew serhildan vediguhere şerekî mezin. Ji ber ku jin serhildana li dijî mexdûriyetê ye. Ne ax û ne jî jin qet mexdûriyetê qebûl nakin.
LI SER AXA KURDISTANÊ JIN
Ka em li erdnîgariya Kurdistanê ya ku em lê dijîn binêrin; Erdnîgariyeke ku bûye çar parçe û cihê ku hê jî tê xwestin bê tinekirin û em Kurdistaniyên ku hewl didin hebûna wan biparêzin... Gelê çiya... Û jinên leheng ên gelên çiyayî. .. Di serdemeke ku her tişt li ser kurdayetiyê hat bêdengkirin de, dê û dapîrên me di lawijî û çîrokên xwe de digotin ku ev lawijî wê tenê di gotegotan de nemîn e. Em niha di serdemeke ku gotegot pêk hat de dijîn.
Derketin ser çiyayan, warên wan yên eslî; vê carê ne ji bo ku xwe bispêre cihek û ji zaliman bireve. Derketin ser çiya; ji bo ku şer bikin! Ji bo tola axa ku hatî dagirkirin, ji bo evînên azad ên ku tê xwestin bên windakirin hilînin. Ji bo zimanekî ku tê xwestin bê tunekirin şer dikin. Zarokên Kurd ji bo berxwedana dayikan di lawijî de nemîne şer dikin. Jinên Kurd ji bo silavkirina dayikên Taybet û Aqîde li çiyayan li ber xwe didin. Loma jî jinên Kurd ne mexdûr in.
DEWLETA TIRK Ê MAXDÛRIYETÊ FERZ DIKE, ASÊ MA
Di çîroka erdnîgariya me de serhildan û şer qet bi dawî nebû. Mîna her serhildaneke, dewleta Tirk a ku dixwest mexdûriyetê li Tevgera Azadiyê ya Kurd ferz bike, asê ma. Artêşeke mezin a NATO’yê, di destê wan de her cure çekên kîmyewî û bûyerek bêhêvî heye… Jinên Kurd ên por dirêj ên bi hevrêyên xwe re di tunelan de şer dikin, serî hildidin. Welê şer kirin ku neçar man bêjin 'PKK tevgera jinê ye'.
Gotin di cih de be, yên ku mexdûriyetê ferz dikin di axa me de asê mane. Ji ber ku maxdûr nikarin şer bikin. Mexdûr in, ji ber ku bi qasê ku cesedên leşkerên xwe bişewitînin bê çare ne. Dîsa mexdûr man, ji ber ku hevrêyên Zelal û Esmeran ên li Heftenînê şer kirin, niha li çiyayên Zapê şer dikin. Hêviya dewleta Tirk di kenê jinên serhildêr ên Kurd de asê ma.
JIN, JIYAN, AZADÎ LI SER ERDNÎGARIYA ME HÊVIYÊ DIDE
Jin li vê erdnîgariyê hêviyê dide. Ji ber ku jin li welatê me jiyan e. Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ku bi zanistiyek kûr tê ziman, ji bo bi jiyanî bibe, jin şer dikin.Ev serdema ku felsefeya 'jîn, jiyan, azadî' derketiye lûtkeyê. Dem êdî niha vê rastiyê diqîr e.
Demek tê ji bo jinek dîl nekeve dest, serî hildide û mîna Rindêyan xwe ji piran davêj in. Demek tê; mîna Bêrîtanan xwe ji zinaran davêjin û laneta xiyanetê ya li welatê xwe qîr dikin. Demek tê ku serhildan mezin dibe û vê carê bi çalakiya Rûken û Sarayan xwe îfade dike. Tam di vê kêliyê de Mawa ya por dirêj, bedena xwe li hember dagirkeriyê dike mertal. Dem dibe Helbest… Dem tam dema azadiyê ye.