TJA di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de bi jinan re civiya

TJA di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li Hezexê bi jinan re civiya û li Edeneyê derbarê çalakiyan de daxuyanî da.

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî de li gundê Hespîst ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê bi jinan re civiya. Di civînê de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr, endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê ya Hezexê, aktîvîstên TJA’yê, endamên rêxistina HDP’a Hezexê û gelek jin beşdarî bernameyê bûn. Di hevdîtinê de pankartên “Jin, jiyan, azadî” û “Li dijî faşîzmê û qirkirina jinan, dem dema azadiya jinan e” hatin vekirin.

Di destpêkirin bernameyê de aktîvîsta TJA’yê Guler Tunç axivî û diyar kir ku jin di her keliya jiyanê de li ber xwe didin û wiha got: “Ev sedsal, sedsala azadiya jinan e. Bi vê felsefeyê em xebatên xwe didin meşandin. Li her qadê em bi jinan re dicivin. Weke her sal îsal jî di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de me xebatên xwe dan destpêkirin.”

‘JI HEBÛNA JINAN DITIRSIN’

Piştre jî Parlementera HDP’î Nûran Îmîr axivî û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dewletê û ev tişt anî ziman: “Tundiya li ser jinê, qirkirina li ser jinan, hemû girêdayî polîtîkayên desthilatdariya dewletê ne. Heke ku ne girêdayî desthilatdariyê bûna, îro çar aliyê me dorpêç nedikirin. Ji hebûna jinê ditirsin. Bi tirsê, bi gefan dixwazin her kesî teslîm bigirin. Lê jin van mudexeleyan qebûl nakin û gav paşve naavêjin. Li Kurdistanê tundiya ku li ser me tê ferzkirin piralî ye. Ji nava malê bigirin heta kolanan û qada siyasetê, jin rastî tundiyê tên. Pêşengên têkoşîna jinan dikin hedef. Ji ber ku ji jinan û azadiya jinan ditirsin. Lê li her deveran, li kolanan, li taxan wê têkoşîna me bidome. Nikarin me û têkoşîna me bêdeng bikin.”

EDENE

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî çalakiyên ku wê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî de li dar bixin, li Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê daxuyanî dan. Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Seyhanê Şukran Efeturk diyar kir ku 25'ê Mijdarê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ku ji çar aliyê cîhanê li dijî desthilatdariya mêran berz bûye, pêşwazî dikin.

 ‘HER CURE ŞÎDET ENCAMA POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ QIRÊJ E’

Efeturk bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariya mêr ên desthilatdariya AKP-MHP'ê û got: "Qereqol, edliye êdî ji bo jinan ne cihê lêgerîna edaletê ye. Ev der bûne cihên teşwîqkirina şîdeta mêr û neçarî hiştina jinan e. Her cure şîdet û krîza aborî ya heyî encama polîtîkayên şerê qirêj e. Em vê yekê dizanin. Bi taybetî êrîşên li dijî jinan, siyasetmedar, aktîvîst û rojnamevanên Kurd ne dûrî van polîtîkahan e. Rojnamevan Nagihan Akarsel ji aliyê tetikkêşan ve hat qetilkirin. Wan tetitkkêşan li Silêmaniyê nasnameya Kurdî, nasnameya jinê, nasnameya rojnamevan û nivîskariyê ya Nagihan Akarsel kirin hedef."

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî teqîna li Taksîmê şermezar kir û got êrîş, tundî, şer û pevçûn bi taybetî li tevahiya Tirkiyeyê û li aliyê din ê sînor li dijî jin û zarokan her ku diçe kûrtir bûye. Hatîmogûllari got ku jin ew ê têkoşîna xwe li dijî tundiyê û şer bidomînin. Hatîmogûllari bal kişand ser girîngiya dîrokî ya 25'ê Mijdarê û anî ziman ku şîdeta dewletê ji wê demê ve dewam dike û ew 25'ê Mijdara îsal diyarî Jîna Emînî û Nagihan Akarsel dikin.

 Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.