Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, bi daxuyaniyekê li Alsancak a Îzmîrê starta 25’ê Mijdarê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî şîdet, şer û xizaniyê di raperînê de ne“ û “Jin jiyan azadî”, wêneyên Nagîhan Akarsel, Jîna Emînî, Denîz Poyraz û jinên ku bi şîdeta mêr hatine qetilkirin û dovîzên li ser “Em li dijî şîdet, şer û xizaniyê di raperînê de ne”, “Mamosta Şebnem ne bi tenê ye” û “Denîz Poyraz raperîna me ye” hatin hildan.
Di daxuyaniyê de timî dirûşmeyên “Em bi şev jî kolan û qadan naterikînin", "Mêr lêdixe, dewlet diparêze", "Bijî tekoşîna jinan" û "Bijî piştevaniya jinan“ hatin berzkirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, Oya Ersoy û Serpîl Kemalbay û ji Mûgla, Aydin, Denîzlî, Manîsa û Îzmîrê jî gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran daxuyanî bi Tirkî û Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Ayfer Demîrel jî bi Kurdî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li çar aliyên cîhanê li dijî şîdeta mêran berxwedan heye û ev tişt hate gotin: “Em li dijî êrîşên li ser gel û jinan li ber xwe didin. Sala borî herî kêm 223 jin bi awayek guman hatin qetilkirin. Ji sala 2008’an û vir de herî kêm 4 hezar 200 jin hatine qetilkirin. Ev daneyên ku bûne komkujî, encamên polîtîkayên desthilatdariyê ne. Dewlet li şûna ku li hemberî tundiya mêr tevdiran bigire, Peymana Stenbolê betal dike û li dijî jinên ku dibêjin ‘Peymana Stenbolê ya me ye‘ lêpirsînê vedike. Yên ku divê bên lêpirsîn û hesabpirsîn ew in ku qanûnên ku jinan naparêzin îmze kirine.
Yên ku hewl didin bi butçeya şer xwe li ser lingan bigrin, divê baş bizanibin ku; Em jin dê butçeya jinan çêbikin. Em ê Wezareta Jinê bi awayekî herî baş ava bikin, ne Wezareta ku hûn zextê li malbatê bikin. Polîtîkayên şer û tecrîdê her ku diçe kûrtir dibe. Tecrîda herî giran a li Îmraliyê îro li girtîgehan tê jiyîn. Yên ku dibêjin 'ji êşkenceyê re tolerans tuneye' destûrê didin ku her roj li girtîgehan darbest derkevin. Yên ku ji şer û kaosê xwe li ser lingan digre, hewl didin desthilatdariya xwe bidomînin jî, rastî têkoşîn û berxwedana jinan tên. Çiqas êrîşên desthilatdariya mêr zêdetir bibin, em ê ewqasî li ber xwe bidin û têbikoşin. Em ji tundiya mêr-dewletê re dibêjin 'no pasaran'. Em li dijî faşîzmê dibin jiyan û hêviyê mezin dikin.“