Li Silopiyayê jinan tevî astengiya polîsan jî çalakî li dar xist
Jinan li navçeya Silopiya ya Şirnexê “Çalakiya Binevşî” li dar xist. Çalakî rastî astengiya polîsan hat û jinan bi meşekê astengiya polîsan protesto kir.
Jinan li navçeya Silopiya ya Şirnexê “Çalakiya Binevşî” li dar xist. Çalakî rastî astengiya polîsan hat û jinan bi meşekê astengiya polîsan protesto kir.
Çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî yên li herêma Botanê didomin. Li navçeya Silopiyayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) jinan xwest ku bi zincîra binevşî balê bikêşin ser jinên ku hatine qetilkirin. Lê belê jin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li dijî vê jin heta li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” meşiyan.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên jinan ê navend û navçeyê jî tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de wêneyê jinên ku hatine qetilkirin hatin rakirin.
Di daxuyaniyê de parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr axivî. Îmîr, bertek nîşanî astengiya polîsan da û got ku jin wê bi berxwedana xwe bersivê bidin astengiyan. Bi domdarî Îmîr ev tişt anî ziman: “Em li dijî tecrîd, xizanî û her cureyên binpêkirinên mafan dixwazin ku bertekên xwe bi çalakiyên demokratîk bînin ziman. Tundiya li ser jinan piralî ye. Tundiyê jiyana jinan dorbêç kiriye. Li Tirkiyeyê jin her roj ji aliyê mêran ve rastî tundiyê tên. Li Kurdistanê bi taybetî jî li Şirnexê jin herî zêde rastî tundiya ewlehiyê tên. Em dixwazin li hemberî şer, alozî, tundî û destdirêjiyê dengê xwe derbixin. Lê her gaveka me, ji aliyê Emniyeta Şirnexê ve bi sedan barîkatan tê astengkirin. Sepanên keyfî ne. Dixwazin di kesayeta me de dengê jinan qut bikin. Em vê nêzikatiyê şermezar dikin û qebûl nakin. Heke ku mebesta we ewlehiya jinan be, wê demê herin kujerên jinan bigirin û nebin hevalbendên wan. Hedefgirtina jinên azad, fermana desthilatdara AKP’ê û MHP’ê ye. Em di têkoşîna xwe de gavek jî paşve naavêjin û em ê li ber xwe bidin. Em ê van bendavan jî derbas bikin.”
Piştî daxuyaniyê, jinan çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakiya rûniştinê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana jinan” dewam dikir.