RJAK’ê plansaziya xwe ya ji bo 25’ê Mijdarê ragihand

Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniyeke nivîskî bernameya xwe ya çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê eşkere kir.

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, RJAK’ê bi daxuyaniyekê plansaziya xwe ya çalakiyan bi raya giştî re parvekir.

Di daxuyaniya RJAK’ê de ev tişt hate diyarkirin

“Divê di hemû deman de şoreşa jinan were parastin.

Di demeke ku 25 Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê nêzîk dibe, rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî roj bi roj hestyartir dibe. Her roja derbas dibe, dewletê li herêmê, li hemû herêmên Rojhilata Navîn bi taybet li Kurdistanê êrişên xwe zêdetir dike. Li aliyekî em dibînin ku di nava salekê de rêjeya şîdeta li ser jinê zêde bûye, kuştinan ya li se navê şeref, zewaca di temenê biçûk de, redkirina jinan ya di hemû navendên giştî de, zêdebûna girtiyên siyasî, koçberbûn, nimûneyên tundûtujiya desthilatê ya li hemberî civak zêde bûye. Ev jî tê wateya wê di be ku navê hikumetan cuda bin, lê naverok û fikir heman tiştin û jin bi şêwazên cûda tên kuştin. Li Başûrê Kurdistanê roj bi roj em şahidiya hemû kiryarên tundûtujiyê dibin. Beriya niha jina pêşeng û akademîsyen Nagîhan Akarsel hate qetilkirin. Em dibînin di du mehên borî de li Rojhialtê Kurdistan û Îran ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çawa deng daye. Em RJAK piştgiriya vê şoreşa pêwîst dikin. 25’ê Mijdarê ji bo bilindkirina qêrîna azadiyê, ji bo jinên Başûrê Kurdistanê demek gelek guncaw e. Divê hemû jin dengê xwe bilind bikin, wek RJAK em ê weke salên borî bi şêwazên cûda çalakiyan li dar bixin. Em bang li hemû jinên azadîxwaz û rêxistinên jinan dikin ku tevlî çalakiyan bibin.”

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Pêşengeha wêneyan bi alîkariya Komeleya Jinên Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR).

Li ser tundûtujiya dijî jinan rêzesemîner.

Di 25’ê Mijdarê de bi tevlîbûna jinan û kesayetên azadîxwaz meş wê were lidarxistin.