Jiyan Reşît: PKK ji bo jinan bû bersiv

Ji fermandarên YJA Starê Jiyan Reşît destnîşan kir ku PKK ji bo jinên Kurd bersiva bêhempa ya li pirsa 'Divê çawa bê jiyîn' e.

Ji fermandarên YJA Starê Jiyan Reşît bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de  salvegera damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên têkoşîna azadiyê, gelê Kurd û şervanên li ser xeta fedaî ya PKK'ê şer dikin, pîroz kir.

Jiyan Reşît bi bîr xist ku di dîroka Kurdistanê de li hemberî dewletê gelek serhildan çêbûn û di şexsê Zarîfe, Rindexan, Besê, Dayika Gulnaz de işaret bi cihê jinan a di nava vê têkoşînê de kir. Jiyan Reşît got, "Di destpêka damezrandina PKK'ê de Rêberê me li gel hukmên civakî jî jinên Kurd tevlî têkoşîna azadiyê kir. Astengî û bendên mejiyê mêr ê talanker bi têkoşîna îdeolojîk a Rêberê me hatin hilweşandin. Jin a ku xizmeta şexsî ya ji bo mêr jê re hatibû dayin, bi PKK'ê re êdî veguherî rastiya jinê ya ji bo xwe têdikoşe. Piştî ku jinên li Kurdistanê dest bi lêgerîna li bersiva pirsa 'divê çawa bê jiyîn' kirin, lêgerîna xwebûnê jî destpê kir. Di destpêka PKK'ê de hevala Sara bi nasnameya jinê tevlî nava têkoşînê bû, kir ku jinên Kurd û jin hemû bi armancên xwe ji dil tevlî nava têkoşînê bibin. Ji ber vê yekê PKK bi fikrê Rêberê me û pratîka hevala Sara ji bo jinan hemûyan bû çavkaniya sûdwergirtinê ji bo azadiyê. PKK li her qada jiyanê ji bo pirsa 'divê çawa bê jiyîn' ji jinan re bû bersiva herî bêhempa. Her wiha kesayetiya jinên Kurd a nû û azad, xwedî îrade şênber kir."

Jiyan Reşît diyar kir ku jinên Kurdistanî jiyana ku lê digeriyan di nava PKK'ê de dîtin û got, "Bi avakirina jiyana xwe re tolê ji mejiyê serwer ê mêr ê 5 hezar salî hiltînin. Li dora îdeolojiya rizgariya jinê jiyana xwe ava dikin û civaka demorkatîk jî ava dikin. Jinên leheng ên Kurdistanî îro di kesayetiya YJA Starê de ji bo tevahiya jinên li cîhanê bûne çavkaniya hêzê, bi daxwaz û hêza xwe ya jinê li ser bingeha modernîteya demokratîk rêbaza jiyaneke nû bi rêxistin dikin. Ev yek hem ji bo jinên Kurd hem jî ji bo jinên li tevahiya Rojhilata Navîn baweriyê mezin dike ku bi hêz û keda xwe jiyana demokratîk bi rêxistin bike. Bi vî rengî çanda jinê ya jiyana azad li hemberî mejiyê serweriya dewletê bi rêxistin kir û xiste meriyetê."

Jiyan Reşît destnîşan kir ku têkoşîna PKK'ê ji roja destpêkê ve ji bo gelan hemûyan nirxên mezin afirandiye û got, "Jinên Kurd ku bi têkoşîna xwe bûn mînak ji cîhanê re, ev yek bi rastiya PKK'ê kir ku hêza xwe bi PKK'ê nas kir û xwe gihand cewhera xwe. Têkoşîna 50 salî ya PKK'ê, têkoşîna 30 salî ya artêşbûna jinê hem ji bo mirovahiyê hem jî ji bo jinan nirxên mezin afirandiye. Ev nirxên ku ji aliyê têkoşîna azadiyê ve hatin afirandin, îro li gelek qadên têkoşîna azadiyê bandorê dikin.

Têkoşîna YJA Star û HPG'ê ya li hemberî teknîk û madeyên kîmyewî, nîşaneya şênber a vê yekê ye. Mîrateya berxwedanê ya ku PKK'ê afirand di nava milîtanên YJA Starê de baweriyeke mezin a bi azadiyê çêkir. Berxwedana ku hêzên YJA Starê li çiyayên Kurdistanê li hemberî faşîzma AKP-MHP'ê û pêlîstoka wê PDK'ê nîşan didin, di dîrokê de kêm caran mînaka wê hatiye dîtin. Ya rast li hemberî ewqas teknîkê yekemcar li cîhanê YJA Star hêza berxwedanê nîşan dide. Di vê berxwedana bêhempa de milîtanên PKK'ê tevî ku ciwan in bi baweriyeke mezin berê xwe dane serketinê. Hêzên YJA Starê îro li çiyê li hemberî tundiya mêr, destwerdan û destdirêjiya li jinê û gelên bindest, bi navê jinan hemûyan şer dikin. Bi dilekî mezin, bi ruhekî tolhildanên bi ser faşîstan ve diçin. Ev yek di kesayetiya hevalên Sara û Rûken de jî şênber bû. Bi kevneşopiya berxwedanê ya PKK'ê re, YJA Starê navê xwedîderketina li mîrateya 50 salî ye. Bi keda xwe û bi taktîkên profesyonel ên di şer de bersiva pêwîst ji dijmin re hatiye dayin. Hêzên YJA Starê li hemberî Erdogan, şirîkê wî yê biçûk MHP û piyonê wan PDK'ê hînê gotina xwe ya dawî negotine.

Bi vê wesîleyê bang li jin ên ciwan hemûyan dikim ku xwe bigihînin azadiyê, xwe bigihînin çiyê, faşîzmê hilweşînin, azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bikin û jiyana xwe ava bikin."