Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan jin kom bûn.

Di çarçoveya çalakiyên bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan de ku 13ʹê Mijdarê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat ragihandin li gelek bajaran çalakî hatin kirin.

DÊRIK

Kongra Star a navçeya Dêrikê civînek bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl ên navçeyê li dar xist. Di civînê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Ocalan ên der barê rola jinan de ji aliyê endama rêveber a navenda Jineolojiya Sewsen Yûsif ve hatin xwendin.

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser rola jinan di civakê de û girîngiya hevjiyana azad hat pêşandan.

TIL TEMIR

Bi heman armancê, Kongra Star semînerek ji xebatkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê re organîze kir.

Endama rêveber a Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Mufîda Şêx Salih semîner bi rê ve bir, sedemên tundiyê û cureyên wê destnîşan kir û got: " Wekî sedemên çandî, nezanî û bêrêzî gelek sedemên tundiya li ser jinan hene.”

Mufîda Şêx Salih bal kişand ser bandorên tundiya civakê ya li ser jinan û wiha domand: "Tundiya civakî bandoreke mezin li malbat û jinan dike. Ev cure tundî malbatê ji hev dixe, dibe sedema veqetîna jin û mêran û pê re zarok jî ji dibistanê qut dibin."

Çalakî bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bûn.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîsê jî Kongra Star bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên sivîl semînerek li hola saziya perwerdeyê pêk hat.

Semîner ji aliyê endama rêveber a Kongra Star a navçeyê Efra Ebas ve hate dayîn. Efra Ebas bal kişand ser rola jinan di avakirina civakeke edalet û azad de û diyar kir ku hemû sûcên ku li dijî jinan têne kirin, ji bo şikandina îradeya jinê ye.

Di dawiyê de nirxandinên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser rola tevgera rizgariya Kurdistanê rizgarkirina jinan de kiribû, hatin xwendin.

TIRBESPIYÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi dirûşma "Li dijî tundiya dewletan û mêran, Jin, Jiyan, Azadî" meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir û li sûka navendî ve geriya. Di meşê de pankertên bi nivîsên "Tundiya li dijî jinan sûcek li dijî mirovahiyê ye" û"Li dijî zihniyeta baviksalarî ya paşverû têbikoşin" hatin vekirin û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin.

Meş li ber navenda Kongra Star rawestiya. Li vir endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan Rîm Dada axivî.

Rîm Dada tundiya li ser jinan şermezar kir û banga xurtkirina têkoşînê kir û got: "Jin civakê bi rê ve dibe. Divê her kes bizanibe ku jin ji bo avakirina civakeke demokratîk têkoşînê dike."

Rîm Dada her wiha bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan û qetilkirina jinên pêşeng û got: "Berxwedan, têkoşîn û îradeya azad rêya yekane ya tolhilanîna ji sûcdaran e."

ÇILAXA

Li navenda meclisa bajarokê Kêşikê yê Çilaxa jî ji aliyê Kongra Star ve semînerek li ser tundî û cureyên wê hate dayîn.

Di semînerê de Ahîn Şiwêşbal kişand ser ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê der barê rizgarkirina jinan de û got: "Jinên ku xwe bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan bi çek kirine, karibûn rola xwe di hemû qadên civakê de pêk bîninn. Rol û têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî cîhanê re mînak in."

Piştre nirxandinên têkildarî çawaniya pêşxistina civakê û rizgarkirina jinan ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin.