TJK-E: Di 25’ê Mijdarê de em ê li qadan bin
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo çalakiyên di 25’ê Mijdarê de wê li gelek bajar û welatên Ewropayê were kirin, banga tevlêbûnê kir.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo çalakiyên di 25’ê Mijdarê de wê li gelek bajar û welatên Ewropayê were kirin, banga tevlêbûnê kir.
TJK-E’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Jin, jiyan, azadî; jiyanê biparêze” û diyar kir ku ew ê li dijî dagirkerî, tecrîd, qirkirin û faşîzmê li hemû cîhanê li qadan bin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “Em 25’ê Mijdara 2022’an bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” li hemû cîhanê pêşwazî dikin. Êrîşên pergala serdest ên li dijî jinan bênavber berdewam dikin, li çar aliyê cîhanê jin têkoşîna azadiyê mezin dikin. Îro pergala baviksalarî-dewletparêz bi têkoşîna mezin a van jinên ku dibêjin cîhaneke din mumkun e, ji kokê ve diheje. Sala 2022’an bû salek ku li Kurdistan, Rojhilata Navîn û hema bêje li her derê cîhanê tundî, destavêtin, zayendperestî û qetlîamên li ser jinan zêde bûne. Her çendî dewletan bi berdêlên giran xwestin mafên jinan desteser bikin jî jinan serî netewand û dev ji têkoşîna xwe berneda.
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, ji xwişkên Mîrabel heta Sara, ji Berta Caceres heta Hevrîn Xelef, ji Nagihan heta Jîna Amînî, ji Rûken heta Helbest ên ku îfadeya israra têkoşîna azadiyê ne em, hemû jinên li ber xwe didin, ked didin bi hezkirin û rêzdarî bibîr tînin.
Bawerî û hezkirina wan a ji bo jiyana azad, têkoşîna azadiyê ya jinan îro gihandiye cihekî gelekî jiyanî û veguheriye serhildana jinên hemû cîhanê.
Îro pergala baviksalarî bi hemû rê û rêbazan bi awayekî bêperwa êrîşî berxwedana jinê dike. Lê belê jin li hemberî her cure tundî, zext, destavêtin û komkujiyan di şiyarbûneke mezin de ne. Gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir û li cîhanê belav bû.
Em Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê em îsal 25’ê Mijdarê weke ‘Jin, Jiyan, Azad’ Em bi şîara “Jiyanê Biparêze” pêşwazî dikin. Ev jî dengê îdiaya me ya mezinkirina têkoşînê û avakirina jiyana azad e. Em weke jin ji her demê zêdetir xwedî ezmûn, zanîn, rêyên têkoşînê û xalên hevpar in. Li hemû cîhanê em jin li dijî newekhevî, bêedaletî, neheqî, zayendperestî, neteweperestî, nîjadperestî û her cure tundiyê têdikoşin. Û heta ku em encam bigirin em ê vê têkoşînê mezin bikin. Em ê bibin hêrs, têkoşîn, deng, helbest û strana her jinê.
Projeya herî mezin a Rêber Apo, şoreşa azadiya jinê perspektîfeke nû ji pirsgirêkên civakî û ji nû ve avakirina civakê re anî û rêbazên nû yên têkoşînê derxist pêş. Li hemberî van hemûyan, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê tecrîda li ser Rêber Apo kûrtir kir û bi polîtîkayên xwe yên qirkirinê jinên Kurd û hêzên demokratîk hedef girtin. Jin û gelê me di serî de gerîlayên azadiyê bersiva van êrîşên qirkirinê yên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê didin. Em ê jî bi mezinkirina hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û hevkarê PDK’ê ku bi mehan e her cure sûcên şer dikin û bi çekên kîmyewî êrîşî gerîla dikin, li eniyan têkoşînê bimeşînin.
Em gerîlayên YJA-STAR'ê yên ku têkoşîna herî mezin a rûmetê ya sedsala 21'an dimeşînin silav dikin. Em jin ku cihê xwe di nava vê têkoşîna rûmetê de digirin, em ê di 25'ê Mijdarê de li dijî dagirkerî, tecrîd û qirkirinê, li dijî faşîzmê careke din ji çar aliyên cîhanê dakevin qadan.
Bi vê munasebetê em bang li hemû jinan dikin ku bi awayekî herî xurt beşdarî hemû çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin.
ÇALAKIYÊN 19’Ê MIJDARÊ
ELMANYA
Dusseldorf
Meşa navendî û mîtîng
Cih: Friedrich-Ebert-Str./DGB-Haus
Saet: 13.30
*
Frankfurt
Meşa navendî û mîtîng
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 13.00
***
FRANSA
Paris
Saet: 14:00
Cih: Place de la Republique
*
Marsilya
Saet: 14:00
Cih: Canabiere
*
Montpellier
Saat 14:30
Cih: Place la Comédie
*
Rennes
Saet: 14:00
Cih:Pêşiya metroya Italie
***
ÇALAKIYÊN 23’Ê MIJDARÊ
Danimarka- Kopenhag
Saet: 17:30
Cih: Rådhuspladsen København
***
ÇALAKIYÊN 24’Ê MIJDARÊ
BERLÎN
Saet: 18.00
Cih: Platz der Vereinten Nationen
*
ÇALAKIYÊN 25’Ê MIJDARÊ
ELMANYA
Duisburg
Saet: 16.00
Cih: Hauptbahnhof
*
Hamburg
Saet: 18.00
Cih: Dammtor
*
Trier
Saet: 18.30
Cih: Viehmarkt
*
Darmstadt
Saet: 16.00
Cih: Luisenplatz
*
Mannheim
Saet: 17.00
Cih: Marktplatz
*
Saarbrucken
Saet: 17.00
Cih: Europa Galarie
*
Marburg
Saet: 20.00
Cih: HorsaalgebäudeBiegenstraße 14/ Marburg
*
Munchen
Saet: 18.00
Cih: Josephplatz
*
Stuttgart
Saet: 16.00
Cih: Rotebuhlplatz
*
Dortmund
Saet: 16.00
Cih: Kampstr. 46
*
Kiel
Saet: 18:00
Cih: Asmus Bremer Platz
*
Bremen
Saet: 16:30
Cih: Hauptbahnhof
*
Aurich
Saet: 15:30
Cih: Marktplatz
*
Koln
Saet: 18.00
Cih: Wiener Platz
*
Munster
Saet: 16.00
Cih: Stubengasse
*
Wuppertal
Saet: 16.30
Cih: Kirchplatz
*
Friedrichshafen
Saet: 16.00
Cih: Buchhornplatz
*
Freiburg
Saet: 16.00
Cih: Platz der Alten Synagoge
*
Berlin
Saet: 18.00
Cih: Rosa Luxemburg Platz
*
Heilbron
Saet: 16.00
Cih: Harmonie
*
Celle
Saet: 17.00
Cih: Gertrud-Schroter- Platz
*
Karlsruhe
Saet: 15.00
Cih: Marktplatz
***
SWÎSRE
Zurich
Adres: Hirschenplatz Zurich
Saet: 19.00
*
Basel
Adres: Theaterplatz Basel
Saet: 19.00
*
Cenevre
Adres: RDV Place Bel-Air
Saet: 16.30
*
Lozan
Adres: Pont Bessières
Saet: 18.00
***
BELÇÎKA
Bruksel
Meşa navendî û mîtîng
Saet: 17:00
Cih: Mont des arts
***
HOLLANDA
Rotterdam
Meşa navendî û mîtîng
Cih: Central Station Roterdam
Saet: 17:00
***
SWÊD
Stockholm
Saet: 17.00
Cih: Medborgarplatsen
***
NORVEÇ
Oslo
Saet: 17.30
Cih: Oslo Sentral Stasjon, TrafikantenOslo
***
ÎNGÎLTERE
Londra
Saet: 17:00
Cih: New Scotland Yard ,Victoria Westminister sw1a 2jl
***
QIBRIS
Saet: 18:00
Cih: Nikosa
***
ÇALAKIYÊN 26’Ê MIJDARÊ
ELMANYA
Essen
Saet: 12.00
Cih: Marktkirche/Porschekanzel
***
SWÎSRE
Zurih
Saet: 14:00
Cih: Helvetiaplatz
***
ÎSKOÇYA
Saet: 11:00
Cih: Pêşiya St-Giles Cathedral.”