Jinên TJA'yê li Rihayê bang kirin: Berxwedanê mezin bikin

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li Rihayê daxuyaniyek da û ji bo mezinkirina berxwedanê bang kir.

Li taxa Kaplan a li navçeya Eyyûbiye ya Rihayê çalakî hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Li dijî faşîzmê û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e" û dowîzên bi nivîsa "Êrîşa li ser zanistiya jinê êrîşa li ser mirovahiyê ye" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin hildan.

Çalakgeran wêneyên akademîsyen-rojnamevan Nagîhan Akarsel hildan ku li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin.

Aktîvîsta TJA'yê Hamîde Goktaş daxuyanî da û got, "Bi navê TJA'yê em îro careke din bi bîr dixînin ku têkoşîna jinê ya enternasyonal hêza herî mezin e ku azadiya jinê û azadiya civakê misoger bike."

Goktaş got, "Bi baweriya ku em ê bi jiyana azadîparêziya jinê civakê ji tundiyê paqij bikin, bang dikin ku bi ruhê têkoşînê ya 25'ê Mijdarê berxwedan û têkoşînê mezin bikin. Soza me ew e ku têkoşîna azadiyê ya jinan êdî nikare bê rawestandin."