JIN
Hemû Nûçe
-
‘Jin divê bi rêxistinbûna xwe xurt bikin û çareseriyê mezin bikin’
Şaredara berê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn got: “Di destpêka pêvajoya diyalogê de dîsa ya yekem hat kuştin jin bûn. Li Parîsê sê şoreşgerên jin hatin qetilkirin. Ji ber ku herî zêde jin bi awayekî xurt li pêvajoyê xwedî derketin.” -
Çalakiyên 8’ê Adarê li Bakurê Kurdistanê didomin
Çalakiyên jinan ên bi armanca 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Bakurê Kurdistanê berdewam dikin. -
Sê parkên navên Cansiz, Dogan û Şaylemez lê hatibûn kirin hatin vekirin
Li navçeya Bismilê ya Amedê sê parkên navên Cansiz, Dogan û Şaylemez lê hatibûn kirin hatin vekirin. -
Jinên sosyalîst ên Ewropî hatin Pirsûsê
Nûneriya Ewropa ya Yekîtiyên Jinên Sosyalîst, ji bo tevlî pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bibin, hatin Pirsûsê. Heyeta jinan a derbasî Kobanê bû, wê di 8'ê Adarê de beşdarî meşa li Nisêbînê bibe. -
Li Zanîngeha Egeyê wezîfedarên ewlekariyê êrîşî xwendekarên jin kirin
Li Zanîngeha Egeyê, xwendekarên jin ên ji bo balê bikşînin ser qetilkirina jinan balon li qada Hozan Serhad daliqandin, li êrîşa wezîfedarên ewlekariyê yên taybet rast hatin. -
ÎHD’ê binpêkirina mafên jinan ên 2014’an kir rapor
Sekreterya Jinê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi munasebeta 8’ê Adarê rapora binpêkirinên mafan ên 2014’an li dijî jinan li Navenda Giştî ya ÎHD’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera kir -
Ji bo Kobanê kermes
Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de kermes vekir. -
Li Amed û Mêrdînê çalakiyên 8'ê Adarê
Li navçeyên Amed Sûr û Peyasê û li navçeya Mêrdîn Şemrexê, çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, hatin lidarxistin. -
Amadekariyên mîtînga li sînor qediyan
Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, amadekariyên mîtînga jinan a herêmî ya wê li sînorê Kobanê bê lidarxistin temam bûn. -
Li Kobanê pîrozbahiyên 8'ê Adarê destpê kirin
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Kobanê bi beşdariya bi dehan jinan semînerek lidar xist. -
PAJK: Aştî, azadî û demokrasî bi jinê re bê
Koordînasyoan PAJK’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê pîroz kir û da zanîn ku qeder û dîroka Rojhilata Navîn bêyî jinan teşeyê nagire û li Kobanê ev hatiye dîtin. -
CENÎ: Em di 8’ê Adarê de têkoşîna xwe xurt bikin
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ der barê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku 8’ê Adarê ji bo me jinên cîhanê tê wateya roja berxwedana li dijî hemû cureyên êrîşên desthilatdariyê û çanda destavêtinê. -
Li Munchen, Hamburg û Frankfurtê çalakiyên 'edaletê'
Li bajarên Elmanya Munchen, Hamburg û Frankfurtê çalakiyên 'edalet û ronahiyê' hatin lidarxistin. -
Rengên cîhanê wê ji Swîsreyê YPJ’ê silav bikin
Di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê de li Swîsreyê ji her ziman, reng û çandî jin wê bên cem hev û berxwedana YPJ’ê silav bikin. -
Li Tirkiyeyê navê jinê heye, lê ew bi xwe tine ye!
8'ê Adarê ku li Tirkiyeyê yekemcar di sala 1921'ê de weke 'Roja Jinan' hat pîrozkirin, bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê re hat astengkirin. Li dû 4 salan, di sala 1984'an de careke din hat pîrozkirin. -
Ji bo 8’ê Adarê şahî tên lidarxistin
Bi wesîleya 8’ê Adarê li Riha, Sêrt, Colemêrg, Wan û Qersê şahî hatin lidarxistin. Li hin navendan şahî hatin organîzekirin, li hin navendan jî gorên jinên şoreşger ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin. -
'Bi projeyên Birêz Ocalan re jinê di jiyana siyasî û civakî de cih girt'
Alîkara Hevserokên HDP'ê Beştaş destnîşan kir, ku bi saya berxwedana şervanên YPJ û YJA Starê, cîhan behsa jinên Kurd dike. -
Ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez li Parîsê çalakiya edalet û ronahiyê
Tevî ku di ser qetilkirina siyasetmedarên Kurd Cansiz, Dogan û Şaylemez re du sal derbas bûne jî, komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê nehatiye ronîkirin. Kurdistaniyan îro jî daxwaza edaletê kirin. -
Li Dusseldorfê çalakiya 'edaletê'
Mîna her Çarşemê îro jî Kurdistaniyan li Dusseldorfê li ber Konsolosiya Fransayê daxwaza edaletê kirin. -
Dayikên Aştiyê serdana goristanên cangoriyan kirin
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Dayikên Aştiyê serdana goristanên cangoriyan li Pirsûsê kirin û qurnefîl danîn ser goran. -
Li Rihayê çalakiyên 8'ê Adarê
Jinên HDP û DBP'yî, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê civiyan û ber bi avahiya PTT ve meşiyan. -
'Dem hatiye em nîşan bidin ku jin bêparastin nînin'
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan 8'ê Adarê pîroz kir û got, "Dem hatiye em nîşan bidin ku jin li hemberî hovîtiya sîstema serdest, bêparastin nînin." -
'Em bi coşa bilindkirina têkoşînê dikevin 8’ê Adarê’
Endama Koordînasyona KJA'yê Yurdusev Ozsokmenler da xuyakirin ku jin hîn bi hêz û rêxistinbûyî 8'ê Adarê pêşwazî dikin û destnîşan kir ku divê rêxistinbûyîna jinan were xurtkirin. -
Jinên Dêrsimê: Em bi dirûşma ‘Bila hikûmet gavê bavêje’ li qadan e
Jinên Dêrsimê diyar kirin ku bila 8’ê Adara îsal di serî de girtiyên nexwşe û jin, bibe wesîleya valabûna zîndanan. -
‘8’ê Adarê ji bo me mîrateya jinên berxwedêr e’
Gerîlayên YJA STAR’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nirxandin û diyar kirin ku 8’ê Adarê ji bo wan roja berxwedanê ye. Gerîlayên jin gotin ku heta jin hemû mafên xwe bidest bixin wê xwedî li vê roja berxwedanê derkevin.