Dayikên Aştiyê serdana goristanên cangoriyan kirin
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Dayikên Aştiyê serdana goristanên cangoriyan li Pirsûsê kirin û qurnefîl danîn ser goran.

Dayikên Aşitiyê yên Pirsûsê û Hevseroka DBP’ê ya Pirsusê û tevî gelek dayikan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinê Kedkar ên Cîhanê serdana goristanên cangoriyan kirin. Girseya ji dayikên aştiyê di destpêkê de serdana gorê Şehîd Meral Tekînalp a li gundê Araban'ê kir û piştre jî bi rêzê Gorîstana Şaredariyê ya Yolcûlar û herî dawî ji bo serdana gorê Şehîd Emîne Oran bike çûn gundê Minazirê. Li goristana Yolcûlarê de li ser navê komê Berdevka Dayikên Aştiyê Zelîha Ozkan axivî û got, "Ji ber ked û û têkoşîna şehîdan niha em behsa jinê dikin. Bila her kes baş bizanibe ku ew nemirin. Ew di nava dilê me de dijîn. Îro roja wan e û em roja wan a jinan pîroz dikin. Em hemû jinên niha di eniyên şer de li ber xwe didin silav dikin û roja wan a jinan jî pîroz dikin. Çi dibe bila bibe bila her kes baş bi zanibe ku tola şehîdên me wê bê hilanîn."
Piştî serdana goristanan Dayikên Aştiyê ji bo mîtînga 6 Adarê ya li gundê Mehserê pêk bê, wê taxan belevokan belav bikin.