Ji bo Kobanê kermes
Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de kermes vekir.
Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de kermes vekir.
Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de kermes vekir.
Li Wanê, Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji bo piştgirîdayîna gelê Kobanê li Parka Hunerê kermes vekir.
DAYIKÊN AŞTIYÊ Û AKTÎVÎSTÊN KJA JÎ BEŞDAR BÛN
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA û xebatkarên navenda Jiyanê ya Jinan a Rojbîn jî beşdarî çalakiyê bûn. Li qada kermesê wêneyên Clara Zetkîn, Denîz Firat a li Mexmûrê jiyana xwe ji dest da û Arîn Mîrxan a bû yek ji nîşaneyên Kobanê, hatin daliqandin.
Li kermesê bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn û govend hat gerandin.