Li Munchen, Hamburg û Frankfurtê çalakiyên 'edaletê'

Li bajarên Elmanya Munchen, Hamburg û Frankfurtê çalakiyên 'edalet û ronahiyê' hatin lidarxistin.

Li bajarên Elmanya Munchen, Hamburg û Frankfurtê çalakiyên 'edalet û ronahiyê' hatin lidarxistin.

MUNCHEN

Bi daxwaza aşkerakirina kiryarên komkujiya Parîsê, ku di encamê de ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan, çalakiya 'Bêdengiya we ji hevkariya we tê' hat lidarxistin.

Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin, bi zimanê Elmanî belavok hat xwendin. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku bêdengiya Fransayê nîşan dide ku hevparê sûc e. Her wiha darvekirina girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hat şermezarkirin. Di çalakiyê de hat bibîrxistin, ku tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî girtiya jin a Kurd Zeyneb Celaliyan li girtîgehê tê ragirtin û ji bo çalakiya "Li hemberî darvekirinên li Îranê bisekine" ya îro saet di 17:00 a li Stachusê banga tevlîbûnê hat kirin.

Her wiha di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji bo meşa 7'ê Adarê roja Şemiyê li Marienplatzê û çalakya 8'ê Adarê saet di 14:00 a li Einewelthaus, banga beşdariyê hat kirin.

HAMBURG

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Hamburgê dijîn jî çalakiya 'edalet û ronahiyê' lidar xistin. Di çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li semta Altona pêk hat de, hat xwestin ku kiryarên komkujiyê bên aşkerakirin û cezakirin. Di axaftinên li vê derê de bang li meqamên Fransayê hat kirin ku bi berpirsyariya xwe rabin. 

Di dawiya mîtîngê de ji bo meşa 8'ê Adarê ya roja Şemiyê aset di 14'an de li Hachmannplatzê û çalakiya 8'ê Adarê ya roja Yekşemê li HAK-EVÎ ji aliyê Dîwana Jinên Elewî vê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin. Çalakiya 'edalet û ronahiyê' ya di dorê de wê di 1'ê Nîsanê saet di 17'an de li semta Altona were lidarxistin.

FRANKFURT

Li Frankfurtê çalakiya "Bêdengiya we ji hevkariya we ya sûc tê" ya li ber Konsolosiya Fransayê ya li Bockenheimer Warte, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara ve hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Me Cansiz, Dogan û Şaylemez ji bîr nekir, em ê komkujiyê ji bîr nekin" hat hilgirtin.

Di çalakiyê de belavoka ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinê ve hatibû amadekirin, hat xwendin û çalakî bi dawî bû.