Çalakiyên 8’ê Adarê li Bakurê Kurdistanê didomin
Çalakiyên jinan ên bi armanca 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Bakurê Kurdistanê berdewam dikin.
Çalakiyên jinan ên bi armanca 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Bakurê Kurdistanê berdewam dikin.
Çalakiyên jinan ên bi armanca 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Jin îro jî li navçeyên Rezan, Çinar û Erxenî yên Amedê, navçeya Qosera Mêrdînê, navçeya Kercosê ya Êlihê 8’ê Adarê pîroz kirin û li Amed, Riha û Wanê jî banga tevlîbûna mitîngan kirin. Hevşaredara Amedê Şaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak di mitîngê de axivî û got: “Ez bang li hemû jinan dikim ku bi hemû jinên li her çar aliyên cîhanê re li hev kom bibin. Em ê tevlîbûna herî xurt a ji bo Meşa Jinan a Cîhanê ji Amedê pêk bînin. Û wê hemû cîhan behsa meşa jinan a li Amedê bikin.”
AMED
Tevî Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak, gelek jinên ku cil û bergên neteweyî li xwe kirin li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev kom bûn û li ber dengê dehûl û zirneyê govend gerandin. Jinan bê navber dirûşima “Jin Jiyan Azadî” gotin û heta Parka Şemsê Allak a ku navê jina bi navê Şemsê Allak a ku hatibû qetilkirin lê hatiye kirin, meşiyan.
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê Yuksel Acer axivî û berxwedana Kobanê û Rojava silav kir û jinên ku hatin qetilkirin bibîr anî. Acer bang li hemû jinan kirin ku tevlî mîtînga mezin a ku wê 8’ê Adarê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin kir.
JI BO JINAN BANG
Hevşaredara Amedê Şaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak di mîtîngê de axivî û got: “Ez bang li hemû jinan dikim ku bi hemû jinên li her çar aliyên cîhanê re li hev kom bibin. Em ê tevlîbûna herî xurt a ji bo Meşa Jinan a Cîhanê ji Amedê pêk bînin. Û wê hemû cîhan behsa meşa jinan a li Amedê bikin.”
REZAN
Mala Piştgiriyê û Perwerdyeê ya Rezan a girêdayî Şaredariya Rezan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir. Tevî Hevşaredara Rezan Nevriye Çur, endamên meclîsa şaredariyê, Rêvebera Çandê ya Şaredariyê Sîbel Çakin û xwendekar û malbatên wan tevlî şahiya li Salona Civînê ya Mala Piştgirî û Perwerdeyê hate lidarxistin bûn.
Bi cihê şahiyê ve pankartên “Jin Dibêjin Aşitî” û “Jin Dilê xwezayê ye” hatin kirin. Di şahiyê de stran û merşên têkildarê jinan hatin gotin û kurtefilma bi navê “Veşartî” hate nîşadan.
ÇINAR
Navenda Jinan a Jinwar a Şaredariya Çinara Amedê li avahiya DBP’ê ya navçeyê şahiyek li dar xist. Tevlî Hevşaredarên Çinarê Ahmet Cengîz û Rûkiye Eryilmaz, Endamên Meclîsa Şaredariya Çinarê, Hevseroka DBP’ya Amedê Hafize Îpek, Koma Erbane ya Çinarê tevlî çalakiya 8’ê Adarê bûn. Di şahiyê de alên Kongreya Jinên Azad (KJA), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û PKK’ê hatin vekirin.
'GIRÎNGIYA RÊXISTINBÛNA LI KOBANÊ HATE DÎTIN
Hevşaredara Çinarê Rukiye Eryilmaz di şahiyê de aixvî û bal kişand ser zilm û zextên li hemberî jinan pêk tên. Eryilmaz bal kişand ser berxwedana jinên Kurd a li Kobanê û Şengalê û got: “Girniya yekitî û rêxistinêbûna li Kobanê ahte dîtin. Çekên giran tune bûn, li wir bawerî û rêxistin bûn hebû. '
'BI BIRÊZ OLCANA VÎNA JINAN ÇÊBÛ'
Eryilmaz destnîşan kir ku di çarçoveya 'Pakêta Ewlekariya Navxweyî' de cil bû berên Kurdî û kefî têne qedexekirin û got: 'Em tu caran hêmanên ku çanda me qedexe dikin qebûl nakin. ''
Piştre Hevseroka DBP’ya Amedê Hafize Îpek axivî û got: ''Jinan nedikarîn ji malên xwe derbikevin. Îro li Şengal û Kobanê li her derê bûne vîn. Ev vîn bi saya felsefeya Birêz Abdullah Ocalan pêk hat.'' Îpek got: ''Şoreşa li Kobanê pêk hat, şoreşa jinê ye. Li gel Kobanê êdî cîhan jinên Kurd nas dikin. ''
Piştre Koma Erbaneyê ya Zarokên Şaredariya Çinarê û Koma Arjîn a Navenda Çanda Med a Wêranşarê derketin ser dikê û stran gotin.
ERXENÎ
Li naçveya Erxenî ya Amedê jî di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, li Navenda SELÎS a Jinan a Pêkanîn û Piştevaniya Jinan a Baroya Amedê panelek hate lidarxistin. Ji Komîsyona Navenda Pêkanîn û Piştevaniya Jinan Prz. Zeynep Işik, Prz. Yeşîm Yildirim, Prz. Cemîle Turhalî û ji Navenda SELÎS’ê jî Durdane Peker weke axaftvan tevlî panelê bûn. Di panelê de mijarinên ''Mafên qanûnî yên jinan'', 'Tundiya li ser Jinan', 'Tişta divê jinên li rastî tundiyê tên bikin' hatin gotûbêjkirin.
QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Qada Newrozê heya Qada Azadiyê meş hat lidarxistin. Di meşê de pankartên "Cîhan bi jinan azad dibe û bi keda wan xweşik dibe" û wêneyên Kader Ortakaya û Sîbel Bûlût hatin vekirin û dowîzên "Em yek diçin hezar tên" û "Em malê vê dewlet, gel û civakê nîn in em mirov in" hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadi", "Biji berxwedana YPJ", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin gotin. Jinên bi kincên gelerî tevlî meşê bûn bi coşeke mezin dirûşm hatin gotin. Pşitî meşê rêzgirtin pêk hat.
Piştî rêzgirtinê Hevseroka DBP'ê ya navçeyê Nadiye Kaya axivî û jinên li Kobanê û Şengalê ber xwe dan silav kirin. Hevşaredara Qoserê Leyla Salman jî diyar kir ku jinên Kurd xwe bi cîhanê dan nasîn.
'HEMÛ DEWLET LI HEMBERÎ TÊKOŞÎNA JINÊN KURD MATMAYÎ MAN'
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî diyar kir ku bi ruhê jinên kedkar ên li Amerîka li ber xwe dan derketin qadan. Ata anî ziman ku jinên Kurd îro li Rojhilata Navîn serî hildane û wiha got: "Hemû dewlet li hemberî têkoşîna jinên Kurd matmayî mane.Jinên Kurd tenê ji bo azadiya xwe na ji bo ax û gelê xwe şer dikin û têkoşînê dikin. Bila baş bê zanîn ku ev ax wê bi pêşengiya jinan azad bibe. Bi berxwedana jinên Kurd dîrokek hat nivîsandin. Hemû kesên digotin wê 'Kobanê bikeve' şervanên YPG û YPJ'ê Kobanê rizgar kir. " Ata bang li hemû jinan kir ku tevlî Meşa Jinan a Cîhanê bibin.
'LI PIŞT 10 MADEYAN BI MÎLYONAN KES HENE'
Ata bal kişand ser 10 madeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyarkirin û wiha axivî: "Em ê ji bo paradîgma û siyaseta Rêberê me danî holê û ji bo 10 madeyan gav bên avêtin bibin hêz. Divê dewlet bizane ku li piştî van madeyan bi mîlyonan hene û divê gavan bavêje. Di serî de gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn wê hêza xwe danîn holê. Em wê çand, nasname, ziman û azadiya xwe bixwazin. Em wê bi hev re derkevin holê."
Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî diyar kir ku hemû cîhan 30 sal in bi awayekî matmayî berê xwe didin gelê Kurd û wiha got: "Hişmendiya DAIŞ'ê û ya 30 sal e dixwaze me tine bike yek e. Hemû cîhan dizane heke rizgarî hebe ew jî felsefeya Rêber Apo ye."
Hevseroka Rêxistina DBP'ê Perîhan Agaoglu jî axaftinek kin kir. Piştî axaftina jinan bi staran govend girt.
RIHA
Li navçeya Pirsûsê jî wê sibê mîtînga 8'ê Adarê bê lidarxistin. Ji bo mîtîngê gelek jin ji bajar û navçeyên derdorê ber bi Pirsûsê ve bi rê ketin. Mîtîng wê saet di 10.00'an li gundê Mehser destpê bike. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Parlamentera HDP'ê Mulkiye Bîrtane û gelek kesên din wê tevlî mîtîngê bibin.
Li navçeyê ji bo tevlîbûna mîtîngê belavok hatin belavkirin.
WAN
Komîsyona Jinan a Baroya Wanê jî bi boneya 8'ê Adarê li ber Adliyeya Wanê daxûyanî da çapemeniyê. Di daxûyaniyê de dovîzên wek e "Jin jiyan azadî", "Bedena min biryara min", "Jin hebe paşeroj jî heye", "Ji tûndiya jinê re na" û wêneyê Ozgecan Aslan hatin vekirin. Sekretera Giştî ya Baroya Wanê Hulya Korkmaz, diyar kir ku ji bo wekheviya jin û zilaman 8'ê Adarê rojek girîng e û anî ziman ku divê êdî jinan ji qadên civakî, aborî û polîtîqayê neyên dûrxistin.
Piştî daxuyaniyê qûrnefîl li parêzerên jin hatin belavkirin.
Navenda Jiyana Jin a Rojbîn jî, di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê de bi armanca piştevaniya gelê Kobanê li Parka Hunerê Kermês vekir. Gelek xebatkarên navendê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek endamên KJA'yê beşdarî vekirinê bûn. Li parka kermês lê hatî vekirin wêneyên Clara Zetkîn, Rojnamevana Kurd Denîz Firat ku di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li Mexmûrê de jiyana xwe ji des da, Arîn Mîrxan a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de çalakiya fedayî pêk anî û gelek jinên kurd hatin pêşandan. Beriya merasîma vekirina kermesê jinan li ber muzîkê govend gerandin û dirûşmeya "Jin jiyan azadî" gotin. Piştre endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê vekirina kermesê pêk anîn.
Jinan ku li malên xwe xwarinên xweş çêkiribûn ji bo piştevaniya Kobanê difroşin, kermês wê 2 roj vekirî bimîne. Her wiha di kermesê de bernameyên wek e def û dramê bên nîşandan.
KERCOSÊ
Li navçeya Kercosê ya Êlihê bi pêşengiya Kogreya Jinên Azad (KJA) di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de bi dirûşma "Bi jinên li Kobanê li ber xwe didin em xwe bi rêxistin bikin û jiyanê azad bikin" şahî hate lidarxistin.
Li navçeya Kercosê ya Êlihê pêşengiya Kogreya Jinên Azad (KJA) di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de bi dirûşma, "Bi jinên li Kobanê li ber xwe didin em xwe bi rêxistin bikin û jiyanê azad bikin" şahî hate lidarxistin. Şahî li qada Newrozê pêk hat. Şahiya 8'ê Adarê bi tevlîbûna Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel, endamên KJA'ê Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek jinan bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Li qada pîrozbahiyê rengên kesk, sor û zer û alên KJA'ê hatin hildan.
Hevşaredara naveçeya Kercosê Zeynep Oduncu axaftina destpê kir û diyar kir ku ji dîrokê heya niha her tim jin bi pergalê re hatinê tine kirin û mafên wan hatiyê binpêkirin. Oduncu anî ziman ku jinên Kurd bi têkoşina xwe xeleka binpêkirinê bişkine û azadiya xwe wê li qadan biqîre. Oduncu got ku jinên Kurd bi ruhê berxwedana YPJ'ê ku li qada şer li ber xwe didin wê azad bibin û civaka gelê Kurd ji zilmê azad bikin.
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel jî 129 jinên di 8'ê Adara 1857'an li bajarê New Yorkê ya Amerîkayê di fabrîkayê de bi hovane hatin şewitandin bibir xist û wiha got: "Her çi qas ew bûyerên rû dan ji bo me êşeke mezin be jî. Bi wê têkoşinê Îro jinên cihanê wek mîrate maye û jinên hemû cihanê derketin qadan û daxwaza mafê xwe dikin. Ev jî serketina jinên têkoşer a. Bila baş bê zanin ku her jineke azad sembola azadiya jinên pêşerojê ye."