8'ê Adarê ku li Tirkiyeyê yekemcar di sala 1921'ê de weke 'Roja Jinan' hat pîrozkirin, bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê re hat astengkirin. Li dû 4 salan, di sala 1984'an de careke din hat pîrozkirin. 8'ê Adarê hema hema bi qasî Komarê bi xwedî emire, her çend li Tirkiyeyê 'rêxistinbûyîneke jinê' ava kiribe jî, nekarî pêşî li tacîz-tewaciz, bûyîna hêza kar a erzan û astengkirina şîdetê.
Di 8'ê Adara 1857'an de li bajarê New York ê DYA, bi daxwaza mercên baş ên xebatê yên 40.000 karkerên tekstîlê, di febrîqeyeke testîlê de grevê destpê kir. Lê belê ji ber êrîşa polîsan a li hemberî karkeran, karker li febrîqeyê asê man, piştre jî di şewata li febrîqeyê derket ji ber benda li pêşiya febrîqeyê nekarî birevin û di encamê de piraniya wan ji 129 karkerî jiyana xwe ji dest dan. Merasîma cenazeyê karkeran bi beşdariya zêdeyî 100 hezar kesî pêk hat.
Di 26-28'ê Tebaxa 1910'an de di civîna jinên Enternasyonal a 2. a li paytexta Danîmarka Kopenhagenê de (Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî), ji lîderên Partiya Sosyal Demokrat a Elmanya Clkara Zetkîn ji bo bîranîna karkerên jin ên di şewata li febrîqeya tekstîlê ya 8'ê Adara 1857'an de jiyana xwe ji dest dan, pêşniyar kir ku 8'ê Adarkê weke "Roja Jinên Cîhanê" bê pîrozkirin û ev pêşniyar bi yekdengî hat qebûlkirin.
8'Ê ADARÊ BI TÊKBIRINA QEDEXEYAN RE XWE GIHAND ROJA ÎRO
Di salên destpêkê de demek nehatibû diyarkirin, lê belê di demên cuda de her tim di biharê de dihat pîrozkirin. Destnîşankirina 8'ê Adarê di 3. Konferansa Jinan a Navneteweyî ya li Moskowê de, pêk hat. Roja Jinên Cîhanê ku di salên navbera Yekemîn û Duyemîn Şerê Cîhanê de li hin welatan pîrozkirina wê hat qedexekirin, di dawiya salên 1960'î de piştî ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî dest bi pîrozkirinê hat kirin, hîn bi xurtî ket rojevê. Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, di 16'ê Kanûna 1977'an de qebûl kir ku 8'ê Adarê weke "Roja Jinên Cîhanê" bê pîrozkirin. Di malpera Neteweyên Yekbûyî de di beşa li ser dîroka rojê de, nehatiye nivîsandin ku pîrozbahî ji bo bîranîna karkerên li New Yorkê hatine kuştin, tê lidarxistin.
DARBEYA LEŞKERÎ JIN JI KOLANAN RAKIR
Li Tirkiyeyê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê yekemcar di sala 1921'ê de weke "Roja Jinan" hat pîrozkirin. Heta sala 1975'an dihat pîrozkirin û jin dadikevin kolanan. Piştî ku Tirkiye jî ket bin bandora bernameya "Deh Salên Jinan a Neteweyên Yekbûyî", di sala 1975'an de kongreya "Tirkiye 1975 Sala Jinê" hat lidarxistin. Piştî Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî, çar salan bi ti awayî pîrozbahî nehat kirin. Piştî sala 1984'an her sal ji aliyê rêxistinên jinan ên cuda ve "Roja Jinên Cîhanê" hat pîrozkirin.
MÊR RÊ LI BER MIRINÊ VEDIKE
Li Tirkiye û cîhanê pîrozbahiyên 8'ê Adarê hema bêjin hindik maye sedsalekê li dû xwe bihêlin... Tevî vê yekê jî 'şîdeta mêr' a gihaştiye radeya xetere, her sal li gelemperiya cîhanê rê li ber mirina bi hezaran jinî vedike. Li gorî hejmarên ne fermî, di sala 2013'an de 237 jin li Tirkiyeyê hatin kuştin. Ev hejmar di sala 2013'an de di 10 mehên destpêkê de gihaşt 255 kesî. Di Çileya 2015'an de 20 jin ji aliyê hevser, hevalê xwe, destgiriyê xwe ve hatin qetilkirin. Di meha Sibatê de Ozgecan Aslan jî di nav de 8 jin bûn qurbanê şîdeta mêr.
YA JI JINAN RE WREWA TÊ DÎTIN; MIRIN, ÎŞKENCE, TECAWIZ...
Li aliyê din li gorî lêkolînan, li cîhanê serê her deqeyekê 380 jin ducanî dibin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (2002) dabû xuyakirin ku ducaniya nayê xwestin û nexweşiyên bi rêya zayendî belav dibin, di nava jinên li şîdeta hevserê xwe rast tên de, rê li ber pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê vedikin. Konseya Ewropayê di rapora xwe ya sala 2002'an de diyar kiribû ku di nava jinên ji 16 heta 44 salî sedema herî zêde ya mirin û seqetmayînê, şîdet e. Tê gotin ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê her sal bi qasî çar mîlyon jin li tacîza hevserên xwe rast tên, ji van bûyerên tacîzê bi qasî 4000 jin jiyana xwe ji dest didin, yek ji sê parên vê serî li servîsên lezgîn didin an jî alîkariyê dixwazin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, rêjeya şîdeta li hemberî jinê li gelemperiya cîhanê di navbera ji sedî 17 û 75 de diguhere.
Li gelek herêmê şer lê heye jin rastî tacîz, tewaciz, şîdeta zayenî ya weke qelişandina zik û zerardayîna organê zayendî tên. Di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de û li Koreyê jin mehkûmî 'dîlgirtiyên zayendî' hatibûn kirin.i Di sala 1971'ê de li Bangladeşê di dema şer de 250 - 400 hezar jin rastî tecawizê hatibûn, ji van 25 hezar ducanî mabûn. Li Bosna Hersekê zêdeyî 20 hezar jin rastî tecawizê hatibûn. Lİ Rûanda ya şer û tevlîheviya navxweyî dewam dike jî, di nava salekê de hejmara jinên rastî tecawizê hatin 15 hezar e. Îro bi hezaran jinên ji ber êrîşên DAIŞ'ê dîl hatin girtin, li abzarên koleyan tê firotin û rastî tecawizê tên. Li hin welatan jin li gorî qanûnên wî welatî bi keviran tên kuştin. Ji bo sedema cezayê şîdetê li Sûdanê li xwekirina pantolon, li Îranê guhdarîkirina muzîkê bi mêr re û li Erebîstana Siûdî ajotina wesayîtê bi tena serê xwe, têrê dike.
DI JIYANA KAR DE KEDA JINÊ TÊ TALANKIRIN
Tevî van hemûyan di qada aboriyê de jî keda jinê tê talankirin. Tevî ku bi qasî mêr heman karî dike, jin nikarin berdêla karê xwe bigire, bi heqdestekî kêm tê xebitandin.
Tevlîbûna jinê li jiyana kar li gorî bajar û herêmên bejahî cuda ye. Li gelemperiya welêt tevlîbûna mêr li jiyana kar ji sedî 69.5 e, lê ev rêje ji bo jinan ji sedî 27.9 e. Rêjeya tevlîbûna jinê li kar li bajaran ji sedî 15.2, li herêmên bejahî jî ji sedî 44.4 e.