Sê parkên navên Cansiz, Dogan û Şaylemez lê hatibûn kirin hatin vekirin

Li navçeya Bismilê ya Amedê sê parkên navên Cansiz, Dogan û Şaylemez lê hatibûn kirin hatin vekirin.

Li navçeya Bismilê ya Amedê sê parkên navên Cansiz, Dogan û Şaylemez lê hatibûn kirin hatin vekirin.

Li navçeya Bismil a Amedê di çarçoveya 8’ê Adarê de, navê sê jinên Kurd ên siyasetmedar ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) li sê parkên ku ev demek dihat çêkirin, hate kirin. Hevşaredara Bismilê Cemîle Emînoglu, Hevseroka DBP’ya Bismilê Celîle Kaplan, Hevseroka HDP’ê ya Bismilê Aygul Yagiş û endamên KJA ya Bismilê û gelek jin tevlî merasîma vekirinê bûn.

Bi deriyê parka li Taxa Salatê ve pankartên bi Kurdî û Tirkî hatin daliqandin. Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir.  Hevseroka DBP’ya Bismilê Celîle Kaplan axivî û diyar kir ku jinên Taxa Salatê di hemû hilbijartinan de bi awayekî xurt li vîna xwe xwedî derketine û bang li jinan kir ku xwedî li parkê derkevin.

Piştre Hevşaredara Bismilê Cemîle Emînoglu axivî û hemû jinên tevlî merasima vekirina parkê bûne silav kir. Emînoglu bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê û têkoşîna jinan û got: "Tovên ji aliyê Sakîne, Bêrîtan, Mizgîn, Sara û Zîlana ve hatin avêtin li her çar aliyên cîhanê belav dibin û ji bo hemû jinan bûne hêviyeke mezin.” Emînoglu diyar kir ku têkoşîna jinan di şexsê Arîn Mîrxan, Kader û Sîbelan de berdewam dike û vekirina parkan li jinan pîroz kir.

Piştî axaftinan Hevşaredara Bismilê Cemîle Emînoglu û Hevseroka DBP’ya Bismilê Celîle Kaplan tevî jinên taxê deriyê parkê vekirin.

Piştî merasîma vekirinê li ber dengê def û zirneyan govend hate gerandin.