Ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez li Parîsê çalakiya edalet û ronahiyê

Tevî ku di ser qetilkirina siyasetmedarên Kurd Cansiz, Dogan û Şaylemez re du sal derbas bûne jî, komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê nehatiye ronîkirin. Kurdistaniyan îro jî daxwaza edaletê kirin.

Di ser qetilkirina ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez 2 sal derbas bûn, lê belê hînê komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê nehatiye ronîkirin. Kurdistanî îro jî bi daxwaza edaletê daketin kolanan.

Kurdistanî û jinên endamên SKB li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li hev civiyan û bi dirûşma "Sara, Rojbîn, Ronahî, Jin Jiyan Azadî" saet di 14:00 de dest bi meşê kirin. Çalakgerên ber bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê meşiyan, flamayên ji wêneyên her sê jinên şoreşger ên hatin qetilkirin ên bi nivîsa "edalet û heqîqet" hilgirtin. 

Li herêma Saint Denisê cihê meş hat lidarxistin, belavok hatin belavkirin û ji bo meşa 8'ê Adarê ya roja Yekşemê saet di 14:30 li Meydana Republique, banga tevlîbûnê hat kirin.

Kurdistanî bi qîrîna dirûşmeyan xwe gihandin Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê. Li vir piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftin hat kirin û ji bo ronahî û edaletê careke din bang li dadgeriya Fransayê hat kirin.

Çalakî bi banga tevlîbûnê ji bo çalakiyên 7 û 8'ê Adarê bi dawî bû.

Li gorî vê yekê; wê di 7'ê Adarê saet di 13:00 de li lokana Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê, ji bo Argeş Engîzek (Bişar Alagoz Gumuş) ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da, merasîma bîranînê bê lidarxistin.

Di 7'ê Adarê saet di 14:00 de li Champ de Foire salonu Sarcelles, li ser hilbijartinên li Tirkiyeyê bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Ertûgrûl Kurkçu civîna gel pêk were.

Di 7'ê Adarê de li Dergaha Elewî ya Pîr Sûltan Abdal saet di 17.00 de Cema Xizir.

Di 8'ê Adarê saet di 14:30 de li Meydana Republique çalakiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê.