Li Amed û Mêrdînê çalakiyên 8'ê Adarê
Li navçeyên Amed Sûr û Peyasê û li navçeya Mêrdîn Şemrexê, çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, hatin lidarxistin.
Li navçeyên Amed Sûr û Peyasê û li navçeya Mêrdîn Şemrexê, çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, hatin lidarxistin.
Li navçeyên Amed Sûr û Peyasê û li navçeya Mêrdîn Şemrexê, çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, hatin lidarxistin.
SÛR
Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) li navçeya Sûrê ji li hev kom bûn. Di organîzasyona KADEM'ê de mehîr li jinan hat belavkirn û piştî meşekê li Birca Bizina li lîstika şano ya 'Lîstikên Jinê' hat temaşekirin. Di çalakiyê de Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût, Alîkara Hevserokên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, endamên meclîsê û gelek jin amade bûn. Beştaş di axaftina xwe ya li vir de polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî jinê şermezar kir û destnîşan kir, ku bi saya şervanên jin ên YPJ û YJA Starê cîhan li ser têkoşîna jinên Kurd diaxive. Barût jî bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û got, "Jinên Kurd li dijî jiyana li derveyî mirovahiyê serî radikin. Li pêşberî têkoşîna rizgariyê ya jinên Kurd li Kobanê nîşan dan, em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin." Lİ dû nîşandan lîstika şano Koma Varşîn derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.
PEYAS
Mala Destekkirina Perwerdeyê ya Şaredariya Peyasê û navenda Jinê ya Ekîn-Ceren, li Mala Destekkirina Perwerdeyê ya Aydin Erdem 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir. pîrozbahiyê de fîlmê li ser Têkoşîna Jinên Kurd hat nîşandan. Endama Meclîsa Şaredariya Peyasê Nûrşen Akbal di axaftina xwe ya li vir de got, "Jinên Kurd îro li her qada jiyanê xwe îspat kirine. Ev yek jî rastiyeke encama têkoşîna Kurdan e. Mînaka dawî ya vê yekê Kobanê ye. Şoreşa Kobanê şoreşa jinê ye." Li dû pîrozbahiyê li beşdaran qurnefîl hat belavkirin û koroya ji zarokên Rojavayî hunera xwe pêşkêş kirin.
ŞEMREX
Li navçeya Mêrdîn Şemrexê jî di çalakiya 8'ê Adarê ya li Meydana Cûmhûriyetê de Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, rêveberên DBP û HDP'ê yên Mêrdîn û navçeyên wê, Hevşaredara Bajarê Mezin ê Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn. Hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim di axaftina xwe ya li vir de cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî û destnîşan kir ku divê ew her tim xwedî li berdêlên hatine dayîn, derkevin.
'FELSEFEYA BIRÊZ OCALAN BÛ HÊVÎ JI HER KESÎ RE'
Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî da xuyakirin ku jinên Kurd ji têkoşîna maf, wekhevî û demokrasî ya hemû jinan re pêşengiyê dikin. Yildirim bal kişand ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Vê felsefeyê êdî sînor derbas kir. Ne tenê li çar parçeyên Kurdistanê, bi pêşengiya YPG, YPJ, HPG û YJA Starê li gelemperiya cîhanê gihaşt nuqteyeke welê ku bûye hêvî ji hemû gelan re. Ev felsefe êdî ji bo Ereban, Suryaniyan, Kurdan, Tirkan hemû gelên cîhanê bûye hêvî."
Yildirim bal kişand ser hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê û destnîşan kir ku desteka ji HDP'ê re were dayîn, wê destê Ocalan xurtir bike.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay jî diyar kir ku ew ê têkoşîna Sakîne Cansizan xurt bikin û got, "Em dadikevin kolanan, dadikevin meydanan, dibe ku hînê jin li şîdetê rast tên. Ji bo em azadiya jinê pêk bînin, em li hemberî van têbikoş in û bibin yek."