‘Jin divê bi rêxistinbûna xwe xurt bikin û çareseriyê mezin bikin’

Şaredara berê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn got: “Di destpêka pêvajoya diyalogê de dîsa ya yekem hat kuştin jin bûn. Li Parîsê sê şoreşgerên jin hatin qetilkirin. Ji ber ku herî zêde jin bi awayekî xurt li pêvajoyê xwedî derketin.”

Şaredara berê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn got: “Di destpêka pêvajoya diyalogê de dîsa ya yekem hat kuştin jin bûn. Li Parîsê sê şoreşgerên jin hatin qetilkirin. Ji ber ku herî zêde jin bi awayekî xurt li pêvajoyê xwedî derketin.”

Şahîn da zanîn ku ew wek jinên Kurd dema di têkoşînê de cih girtine fêm kirine ku gelek nakokî hene û ev nakokî  kûr û dîrokî ne. Şahîn anî ziman ku dema jin têkoşîna nasnameya jinê dimeşîne ji bo nasnameya zayendê jî divê têkoşînê bimeşîne û got: “Yekî pêşî li ya din negirt. Ji ber ku di jiyana civakî de ev nakokî hevdu xwedî dikin, mezin dikin. Ji ber vê jî dema têkoşîn tê rêxistinkirin û divê di terza ku xwe xurt û mezin dikin de bin. Bi hişmendiya zayendê re tevger kirin, bi nêrîna jinê nêzî çareseriyê bûyîn, di civakê de jiyana bi hev re rêxistinkirin, yanî ev hemû peyamek civakî ya bi aqilê jinê pêwîst dikir.”

Şahîn destnîşan kir ku divê jin xwe xurt bikin, çareseriyê mezin bikin û rêya rêxistinkirina aştiya civakê di azadiya jinê de derbas dibe.

Sahîn wiha got: “Ji ber vê jî em jin ji serî de xwedî li aştiyê derketin. Dîsa yên herî lez xwe rêxistin kirin, Dayikên Aştiyê bûn. Dayikên Aştiyê hêviya xwe ya der barê aştiyê de ti car winda nekirin. Dîsa di vê pêvajoyê de yên destpêkê hatin lêdan jin bûn. Li Parîsê sê şoreşgerên jin hatin qetilkirin. Ji ber ku jin herî zêde xwedî li pêvajoyê derketin.”

Şahîn diyar kir di jiyanê de li dijî pergala serdest a mêr wê xwe rêxistin bikin, meşa azadiyê bimeşînin û wiha berdewam kir: “Em ê li dijî vê zîhniyeta serdest xwedî sekin bin. Di civakê  de heta jin azad nebe, mêr jî bi jinê re li hev neke, heta zîhniyeta mêr neyê binpêkirin wê demê em nekarin behsa azadiyê bikin. Pêkanîna aştiya civakî ancax bi azadiya jinê pêkane. “

CÎNAYETÊN JINAN QIRKIRIN E

Şahîn anî ziman ku kuştinên jinan qirkirina zayendî ye û got: “Tenê dibêjin cînayeta jinê û pisgirêk dibe yek. Weke ku plana wê ya civakî û dîrokî tine, wek sûcên kesane tên nîşandan. Em dizanin ku li her pişt cînayetê di rastiyê de nêzîkatiya zîhniyeta mêr a li dijî jinê heye. Çanda ku jinê tine dihesibîne heye. Ji ber vê mirov divê nebêjin cînayetên jinan, komkujiyên jinan. Li vir a esas tê kirin qirkirina zayendê ye.

Zayenda xwe li jor dibîne, ji bo pergala xwe xurt bike dixwaze ya din ji holê rake. Di civakê de tê gotin ku rojê 5 jin tên qetilkirin. Di vir de jiyanek ne normal heye. Ji ber vê divê jin li dijî van komkujiyan xwe rêxistin bikin û rêxistinbûna xwe mezin bikin. Divê jin parastina xwe ya cewherî xurt bike. Yên bê parastina cewherî mahkumê tinebûnê ne.”