Amadekariyên mîtînga li sînor qediyan

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, amadekariyên mîtînga jinan a herêmî ya wê li sînorê Kobanê bê lidarxistin temam bûn.

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, amadekariyên mîtînga jinan a herêmî ya wê li sînorê Kobanê bê lidarxistin temam bûn. Li gundê Mehser ê nobetên bexwedanê lê tên girtin sibe saet 10.00’an wê mîtîng pêk bê. Çavlirê ye bi deh hezaran jin beşdar bibin.

Çalakiya herî mezin a 8’ê Adarê ya li Riha ji bo bîranîna jinên YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê û şoreşa Rojava de navên xwe nivîsandin wê li sînorê Kobanê bi tevlîbûna deh hezaran jinan pêk were. Ji bo mîtînga herêmê ya wê sibe saet 10.00’an li gundê Mehser ê Pirsûsê pêk were ji niha ve ji bajêr û navçeyên derdorê jin diherikin gund. Di mîtîngê de tê payîn ku Hevseroka KCD’ê Selam Irmak, Parlamentera Qersê ya HDP’ê Mulkiye Bîrtane, berdevka meclîsa gel a ji Kobanê hat Fevziye Ebdî, hevşaredarên bajêr û navçeyan û bi hezaran jin beşdar bibin. Di mîtîngê de wê Zelal Gokçe, Koma Nûarîn û kımên herêmî yên muzîkê derkevin dikê.

Ligel vê endamên Meclîsa Jin a HDP, DBP’ê ji bo mîtînga sibê, li konbajarên ku ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatine avakirin ziyaret kirin qerenfîl li jinan belav kirin û ew dawetî mîtîngê kirin. Jinan piştî bi komî kart ji jinên girtî re şandin, esnafên navçeyê jî ziyaret kirin, belavokên têkildarî 8’ê Adarê belav kirin. Ligel xebatên taxên ên komîsyonên jinan, bi wesayîta anonsê jî ji bo tevlîbûna mîtîngê bangawazî hat kirin.